Li Mêrdînê tevî şiliya zêde jî gel diherike ser sindoqan 2019-03-31 10:39:29   MÊRDÎN - Li Mêrdînê tevî hemû tedbîrên ewlehiyê û barîna zêde ya baranê jî welatî diçin ser sindoqan û dengê xwe bikar tînin.    Li Navenda Mêrdîn û navçeyên wê jî ji saet 07.00’an ve dengdayîn dest pê kir û didome. Li hemû navçe û navenda bajêr polîsan ewlehiyên tedbîrê girtine. Polîsên sivîl li ber dibistanan hatine rawestandin. Li navçeyên Mêrdînê di nava welatiyên diçin ser sindoqan de dengên xwe bikar bînin welatiyên pîr û kal jî hene. Ev welatî hemû balê dikişînin ser xwe. Welatiyên astengdar û extiyar bi alîkariya xizmên xwe tên dibistanê.   Li tevahiya bajêr heta niha der barê binpêkirina mafên hilbijartinê de agahiyek nehatiye. Li Gundê dîrokî yê Dara yê girêdayî Navçeya Artukluyê ji ber hilbijartina keyayan nîqaş derket. Eskeran mudaxeleyî nîqaşê kirin û nîqaş bi dawî bû.