Polîsên li Rihayê bê belge deng bi kar tînin 2019-03-31 10:20:58   RIHA - Ji bajarên mîna Mêrsîn, Edene, Antalya û Konya polîsan veguhezandin Navçeya Xelfetiyê. Bêyî ku belgeya jimara 142’an a polîsan hebe deng bikar tînin. Li Gundê Hîlali yê navçeyê ji ber dengên vekirî hatin bikaranîn dengdayîn hat rawestandin.    Li Navçeya Xelfetiyê ya Rihayê dengdayîn bi hîleyên hilbijartinê dest pê kir. Beriya hilbijartinê 3 hezar û 187 hilbijêrên veguhezandin Xelfetiyê jî dest bi dengdayînê kirin. Hat dîtin ku gellek polîsên çevîk ku ji Mêrsînê anîn Xelfetiyê di sindoqa jimara 1094’an a li Lîseya Anadoluyê dengên xwe bikar anîn. Di şertên asayî de divê polîs bi bgelgeya Jimara 142’an fermî dengên xwe bikar bînin. Lê polîsên dengên xwe bikar anîn yek jê jî vê belgeyê bikar neanîn.    Gelek polîs anîn   Ji duh şev ve ji bajarên wek Mêrsîn, Edene, Antalya û Konya hilbijêrên hatin veguhezandin bi piraniya wan jî bi maşîneyên polîsan anîn.    Qeyûm dixwazin peywirdarên HDP'ê derxin   Li navenda nevçeyê otobusên polîsan ên zirxî digerin. Qeyûm Şeref Albayrak li dibistanan digere û xwestiye ku wezîfedarên HDP’ê yên li ser sindoqan derxin derve.    Li Gundê Hîlali dengdayin hat rawestandin   Li gundê Hîlali yê navçeya Xelfetiyê di sindoq3en jimara 1049 û 1050’an de dengên vekirî hatin bikaranîn. Wezîfedarên HDP’ê yên li ser sindoqan mudaxeleyî rewşê kirin. Di navbera HDP’î, polîs û AKP’iyan de nîqaş derket. Nîqaş dirêj bû û parêzer ketin dewrê. Bi sedema dengên vekirî hatin bikaranîn dengdayîn hat rawetandin. Parêzeran got divê dengên vekirî hatine bikaranîn bên betalkirin.    Nîqaşa li dibistanê ya di navbera HDP’î û AKP’iyan de didome.