Ayşe Acar Başaran: Li hemberî HDP'e pêla binçavkirinê hat destpêkirin 2019-03-30 14:32:10   ENQERE - Ayşe Acar Başaran bal kişand ser binçavkirinan û wiha got: "Berî hilbijartinan li hemberî partî, endam, namzetên me pêla binçavkirinê hat destpêkirin. Lê em ê wekî her car têkoşîna xwe li dijî faşîzma AKP-MHP'ê bidomînin.    Li Stenbolê, rojek berî hilbijartinê, di serdegirtinên malan de muşahît, namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên meclîsa şaredariyê û gelek kes hatin binçavkirin. Di operasyona hemwext de, polîsan bi ser 127 malan de girtin û 53 kes binçav kirin. Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran daxuyaniyek nivîskî da û bal kişand ser hedefnîşandana Suleyman Soylû û binçavkirinan.    Ayşe di axaftina xwe de qala binçavkirinan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî Soylu partiya me hedef nîşan da operasyoneke bi giştî hat destpêkirin. Li Wan, Edene, Stenbol, Îdir û Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin û hatin girtin. Li Edeneyê endamên partiya me û hevseroka bajêr a Edenêyê te de bi tevahî 8 kes, li Îdirê 9 rêveberên HDP û BDP'ê û li Wanê jî 14 endamên partiyê hatin girtin. Her wiha li Rihayê jî namzetên endamên meclîsê tedebi tevahî 11 kes hatin binçavkirin."   Ayşe destnîşan kir ku piştî ku xebatên hilbijartinê hat destpêkirin heta niha 713 endamên HDP'î hatin binçavkirin û wiha got: "Di nav 713 binçavkirinan de 107 kes hatin girtin. Beriya hilbijartinê li hemberî partî, namzet, rêveber, muşahîd û endamên partiya me êrîşek pêk hat.  Bi vê armancê dixwazin HDP'ê têk bibin. Lê em ê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê wekî her car têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li gelê xwe dikin bila sibêhê biçin ser sindoqan.