83 fezlekeyên nû şandin Meclîsê 2019-03-30 12:35:30   ENQERE - Der barê Hevserokê Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî di nav de ji bo 43 wekîlan 83 fezleke şandin Meclîsê.    Der barê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî di nav de 43 wekîl bi daxwaza destnedayîna wan bê rakirin 83 fezleke hatin amadekirin. Fezlekeyan şandin Komîsyona Edalet û Makeqanûnê.    Ji van 43 navan 38 jê wekîlên HDP’ê ne. Yek jê parlamenterê TÎP’ê Bariş Atay, Kiliçdaroglu jî di nav de 3 wekîlên CHP’ê û yek jê jî wekîlê AKP’ê yê Kastamonu Hulusî Şenturk e.    Navên wekîlên fezleke der barê wan de hat amadekirin wiha ne: Omer Ocalan 3, Huseyîn Kaçmaz 1, Mehmet Ruştu Tiryakî 2, Musa Farisogullari 5, Murat Sarisaç 1, Mensur Işik 1, Mahmut Togrul 2, Nuran Îmîr 1, Tayîp Temel 1, Tuma Çelîk 2, Semra Guzel 5, Abudullah Koç 1, Berdan Ozturk 5, Salîha Aydenîz 5, Ayşe Acar Başaran 4, Saît Dede 2, Şevîn Coşkun 1, Ayşe Surucu 4, Remziye Tosun 5, Feleknas Uca 1, Îmam Taşçier 2, Dersim Dag 5, Meral Daniş Beştaş 1, Pero Dundar 1, Erdal Aydemîr 2, Pervîn Buldan 2, Kemal Bulbul 1, Sezaî Temellî 1, Gulîstan Kiliç, Koçyigît 1, Serpîl Kemalbay 1, Selçuk Mizrakli 2, Bedîa Ozgokçe Ertan1, Ebru Gunay 1, Huda Kaya 1, Fatma Kurtulan 1, Dîlan Dîrayet Taşdemîr 1, Nusrettîn Maçîn 1 fezleke hatin amadekirin.    Der barê 3 CHP’iyan de fezleke    Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu 1, wekîlên CHP’ê Murat Bakan 1, Kamîl Okyay Sindir 1 fezleke hatin amadekirin.    Der barê Wekîlê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) a Hatayê Bariş Atay de fezlekeyek û der barê Wekîlê AKP’ê yê Kastamonu Hulusî Şenturk de jî fezlekeyek hat amadekirin.