Li Wanê 14 namzet: Em tên, em ê bajarê xwe bi hev re bi rê ve bibin 2019-03-30 09:07:19   WAN - Şaredariya Bajarê Mezin jî têde bi giştî 14 şaredariyên Wanê hene û namzetên hevşardariyê yên jin bang li hemû hilbijêran kirin ku xwedî li sindoqan  derkevin û gotin: “Em tên û em bi biryarin. Em ji bo bajarê xwe bi hev re bi rêve bibin tên. Em ê teqez bi ser kevin.”   Hemû partî xebatên xwe yên hilbijartinê li ser ewlehiya hilbijartinê didomînin û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kampanya xwe bi pêşengiya jinê meşandin wê dîsa ewlehiya sindoqan ji hêla jinan ve bê girtin. HDP ya li Wanê li 14 şaredariyan herî zêde jin derxistin pêş.   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di hilbijartinên 2014’an ên herêmî de li Wanê ji 14 şaredariyan 12 heb qezenç kir û projeyên xwe bi pêşengiya hevşaredaran xistin jiyanê. Hedefa wan ya 2019’an jî eve ku projeyên ji ber qeyûman nîvco man temam bikin û bajarê jinê ava bikin.    ‘Bi hev re bi rêve bibin’   Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan wiha got: “Ji bo dayîna dengan a HDP’ê bêguman bi hezaran sedem hene. Ji bo em li bajarê xwe bibin xwedî gotin, em biryar bidin. Em tên, em bi biryarin, em ji bo xwe û bajarê xwe bi hev re bi rêve bibin tên. Em bi 14 jin û 14 mêrî ve tên. Em ji bo demokrasiyê tên.  Aştî û hêviya pêşerojê tên. Em ê bi serkevin.”   'Qedera 5 salan a Tuşbayê'   Namzeta hevşaredariya Tuşbayê Ayşe Mînaz balkişand ser ewlehiya sîndoqan û wiha axivî: “Hilbijartinên herêmê hilbijartineke ku hemû hêmayên bajar ya 5 salan dihewîne ye. Ji bo vê em ê sibêha 31’ê Adarê rabin dengên xwe bikar bînin û xwedî li dengên xwe derkevin.  Ji 1’ê Nîsanê şûnde em ê bajarê xwe bi xwe bi rêve bibin.”   ‘Em dikarin guhertinan pêk bînin'   Namzeta hevşaredariya Îpekyolu Şehzade Kurt jî bi lêv kir ku dengek jî gelek tiştî diguhere û wiha dirêjî da axaftina xwe: "HDP partiya jinan e. Partiya ciwanan e. Partiya bindest, kedkar û karkeran e.  Patiyeke xwedî li reng, bawerî, çand, ol û nasnameyan derdikeve ye. Dengek gelek tiştî diguhere. Em dikarin jiyanê bi dengekê biguherinin.”   ‘Artemît ya me ye’   Namzeta hevşaredariya Artemîtê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî daxuyakirin ku wê şaredariya demokratîk, ekolojîk û wekhev ji nûve bikin jiyanê û bang li hemû hilbijêrên Artemîtê kir ku biçin ser sindoqan û wiha diyar kir: “Jin jiyane, azadiye, hêvî û baweriye.  HDP soza me ye. Artemît ya me ye.”   ‘Tu tunebî em kêm in’   Namzeta Hevşaredariya Qelqeliyê Dîlan Orencî jî bang kir ku divê teqez deng bên bikaranîn û wiha got: “Em hemû jin û ciwanan, ji bo xwedî li îradeya xwe derkevin dipên ser sindoqan. Denga xwe teqez bikar bînin. Tu tunebî em kêm min.  Nebêjin bi dengekî tiştek nabe. Bi denga te her tişt dikar biguhere.”   ‘Di 31'ê Adarê de bibin hevkarê serkeftinê'    Namzeta hevşaredariya Westanê Melek Arapoglu jî bi van gotinan bang kir: “Jin, ciwan; ji bo şaredariya bê derew, ji bo şaredariyeke ku destê jinê li her tiştî dikeve, ji bo aramî, xizmet û hilberîneke baş, dengek gelek girînge.  Dengek dikare şer bide sekinandin.Dengek dikare Westanê bîne asta ku heq dike. Teqez dengên xwe bikar bînin.  Di 31’ê Adarê de bibin hevkarê serkeftina me.”   ‘Bi rihê seferberiyê sindoqan biparêzin’   Namzeta Hevşaredariya Payîzava Rojbîn Akdag jî ev tişt vegot: “Ev nêzî 3 mehane me xebat bi jin û ciwanan re meşand.  Em rastî eleqeyek mezin hatin û me xebat bi eleqeyek mezin meşandin.  Em bi pergala hevserokatiyê tên.  Ez hemû gelê Payîzava bi rihê sefeberiyê vexwendiyê xwedî derketina li îradeyê dikim.”   ‘Bi hev re bi rêve bibin’   Namzeta Hevşaredariya Erdîşê Yildiz Çetîn jî wiha bang li hilbijêrên navçeyê kir: “Gelê bi rumet yê Erdîşê em bi bajarê xwe bi hev re bi rêve bibin.  Ev jî bi bikaranîna dengan pêkane. Bi parastina dengan pêkane. Ez bang li hemû gelê me dikim ku di 31’ê Adarê de xwedî li dengên xwe derkevin. Bila her kes dengê xwe bikar bîne. Dengek her tiştî diguhere.”   ‘Li dijî zîhniyeta serdestan têkoşîn'    Nazmeta Sarayê Caziye Duman jî wiha nêrînên xwe anî ziman got: “Ji bo em zîhniyeta qeyûm ji navçeya xwe paqij bikin, em di 31’ê Adarê de bersiva herî xweş bidin feraseta ku îfada gel tune dike. Ji bo em destkeftiyên xwe ji nûve bigirin divê em denga xwe teqez bikar bînin.”    ‘Ji bo parastina Şaxê dengek’   Namzeta Şaxê Esra Babur jî xwezaya bi heybet ya Şaxê bibîr xist û wiha axivî:“ Navçeyek me ya bi xwezaya xwe gelek dewlemende heye. Ji bo parastina xwezayê em dengê xwe bidin HDP’ê.”   ‘Divê Ebex bloka faşîst têk bibe’   Namzeta Ebexê Leyla Atsak jî wiha got: “Ez bang li hemû kesî dikim ku xwedî li îradeya xwe ya hatiye xespkirin derkevin û  xwedî li sindoqên xwe derkevin, bloka faşîzmê têk bibin.”   ‘Divê Mukus xwedî li sindoqan derkeve’   Namzeta Mukusê Gulistan Unver jî got: “Ez bang li hemû gelê Mukusê dikim ku xwedî li sindoqan derkevin.”   ‘Divê Bêgirê dengên xwe bide nûneriya wekhev’   Namzeta Bêgiriyê Leyla Balkan jî li dijî xîleyên sindoqan banga hestiyariyê li gel kir û got gelê Bêgiriyê nûneriya wekhev yanî HDP’ê tercîh bike û got ew  bi HDP’ê dikarin aştî, edelet û wekheviyê pêk bînin.    ‘Wê Elbaq serkeftinê ji nûve pîroz bike’   Namzeta Elbaqê Şengul Polat jî destnîşan kir ku divê gelê Elbaqê teqez biçin ser sindoqan û xwedî li deng û îradey xwe derkevin û wê ji nûve serkeftina xwe pîroz bikin.