HDP'ya Îzmîrê: Em ê bloka AKP-MHP’ê têk bibin 2019-03-29 09:21:09   ÎZMÎR - Endama PM'a HDP'ê  Berna Çelîk da zanîn ku HDP’a Îzmîrê xebatên xwe yên hilbijartinê temam kirine lê heta roja dawî dikare serlêdana muşahidiyê bê kirin û wiha got: “Hilbijêrên me dê di çarçoveya stratejiya hilbijartinê ya şaredariyan de dengên xwe bidin bloka demokrasiyê.”   HDP’a Îzmîrê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de perwerda pêwist da endamên lijneya sindoqan, muşahîdên navend û navçeyan, rayedarên partiyê û parêzeran û ekîbên xwe yên gerok amade kir. Li seranserê Îzmîrê di 10 hezar û 142 sindoqî de wê 3 mîlyon û 250 hezar û 780 hilbijêr li hezar û 400 dibistan û avahiyê dengên xwe bikar bîne.    Endama Meclîsa Partiya, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Berna Çelîk der barê amadekariyan de axivî û got perwerdehiyên pêwist temam bûne, maseyên krîzê hatine amadekirin pergala şopandina sindoqê hatiye avakirin û perwerde hatin dayîn. Bernayê daxuyakirin ku xebatên muşahidiyê heta roja dawî  wê bidomin û got ji bo îtîrazê jî peywirdarên bi raye û parêzer jî hatine amadekirin, di alî teknîkî de ji bo 31’ê Adarê amade ne.   ‘Emê faşîzma AKP û MHP’ê şûnde bixînin’   Bernayê bi lêv kir ku wê li metropolên Tirkiyeyê bloka AKP-MHP’ê şûnde bixînin û şaredariyên herêmê jî ji destê qeyûman bigirin û wiha axivî: “Me di esesê stratejiyê de li tax, navden û navçeyan civakî pêk anî. Me hevdîtinên gel pêk anî. Di 8’ê Adar û Newrozê de tiştên pêwist  hatin vegotin. Divê gelê me di 31’ê Adarê de biçe ser sindoqan û dengên xwe bikar bîne. Ji ber her dengek faşîzma AKP-MHP’ê şûnde dixîne. Divê em vê bifikirin û biçin ser sindoqan.”   Bernayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê ekîbên gerok jî ji bo ewlehiya sindoqan bixebitin û ji bilî vê jî li her dibistanê kesên ji ewlehiya sindoqan berpirs wê hebin û got wê bi pergal roja hilbijartinê bixebitin.