Pervîn Buldan: Derewên AKP'ê ji Çiyayê Agirî mezintir in 2019-03-28 17:07:20   AGIRÎ - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di mitînga Agiriyê de bal kişand ser derewên AKP'ê û wiha got: "Di mitîna Agiriyê de gotibû 'Em ê Agiriyê bifirînin. Gelo 17 salin çima nefirandiye ? Ger ku em derewên wan bidin ser hev wê çiyayê Agirî derbas bike."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê, li Dortyolê mîtîngek mezin pêk anî. Bi deh hezaran welatiyên Agiriyê beşdarî mitîngê bûn. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, Hevserokê Kongera Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamentera HDP'ê û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Serokê Giştî yê Partiya Azadîparêz (ÎOP) Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê Tevgera Azadî Ayetullah Aşîtî, Namzetên HDP'ê yên Mûş û Agiriyê tevli mîtîngê bûn. Bi deh hezaran welatiyên tevli mitîngê bûn alên HDP'ê bilind kirin û pankarta mezin a “Bêtir azadî û bêtir pêşeroj" vekirin. Li gel dorpêça polîsan jî bi deh hezaran gel li qadê kom bûn û bi coşek mezin heyeta HDP'ê pêşwazî kirin. Bi deh hezaran bê navber dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" û “Agirî ya me ye” berz kirin.    'Em ê bi berxedanê bi ser kevin'   Namzeta Hevşaredardiya Agiriyê Yeliz Karaaslan, gel silav kir û wiha got: “Ji bo xizmeta gel bikin em li vir in." Namzetê Hevşaredariya Agiriyê Abdurrahman Dogar jî gel silav kir û wiha got: "Namzetê AKP’ê yê Agiriyê Savci Sayan wekî maran her sal kirasê xwe diguherîne." Namzetê Hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik jî gel silav kir û wiha got: "Ger ku ji min bipirsin bêjin cih û warê te ku ye. Ez ê bêjim cih û warê min Agirî ye.  Gelê Agiriyê gelekî pir bi rûmet e. Em dê bi berxedanê bi ser kevin."    'Her kes ji feraseta îktîdara AKP'ê bêzar bûye'   Piştre Pervîn Buldan, gel silav kir û diyar kir ku 3 roj şûnde wê bi rojek xweş hişyar bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ê bêjin vaye li qadê binêrin encama hilbijartinê li vir diyar e. Em dibînin li vî welatî her kes ji hişmendiya vê îktîdarê bêzar bûye. Bê sebir li benda 31'ê Adarê ne. 17 salin her kes ji feraseta îktîdara AKP'ê bêzar bûye. Bi taybetî  Agirî. Dê di 31'ê Adarê de dersek xweşik bide îktîdarê."    'Nexweşxane heye, lê bijîşk nîne'   Pervîn bal kişand ser pirsgirêkên Agiriyê û wiha got: “17 salin li vî bajarî xizanî û sefalet heye. Di 17 salan de 13 salan AKP'ê ev bajar bi rêve bir. Lê dîsa xizanî xelas nebû. Gelê Agiriyê pir xizan e. Niha li vir nexweşxane avakirine. Nexweşxane heye, lê bijîşk tune. Avahiya Nexweşxaneyê di nava 10 salan de xelas kirin. Tenê bijîşkek heye. Ji ber xizaniyê gelek kes neçar man koçber bibin. Li gel ku li vir rêjeya welidînê zêde ye jî li Agiriyê tenê biijîşkek welidîna zarokan heye. Gotinek Agiriyan heye. Dibêjin em li Agirî ji dayik dibin, le di rêya Erzirom û Wanê de dimirin. Ev diyar dike ku li vir xizmeta tenduristiyê tune ye. Gelê Tirkiye vê pirsgirêka Agiriyê nizane. Niha mêrg û zozan hatine qedexekirin. Welatiyên sewalkariyê dikin nikarin sewal xwedî bikin. Çotkar nikarin çotkariyê bikin. Gelê Agiriyê ji ber betalî u xizaniyê neçar dimîne koç bike."       'Gelo çima Agiriyê heta niha nefirandin'   Pervîn gotinên Erdogan ên ji bo Agiriyê jî rexne kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çend roj berê Tayyîp Bey li Agiriyê mitîngek li dar xist. Di vê mitîngê de çend soz dan. Got 'Em ê Agirî bifirînin' 17 salin li ser îktîdarê ye çima heta niha nefirand? Derewên ku ew dikin têkevin ser hev wê çiyayê Agiriyê derbas bikin. Derewên wan ji Çiyayê Agirî mezintir in. Gelê Agiriyê wê bersîvek baş bidin wan. Qeyûma tayînî vir kirin li pey xwe 20 trilyon deyn li pey xwe hiştiye. Ev tenê deynê wan ê xuya dibe ye."    Pervîn  gotina ku Erdogan HDP'ê wekî terorîst tawanbar dike jî rexne kir û wiha bi dawî axaftina xwe anî: "AKP’ê êdî dema xwe tije kiriye. Ji ber vê yekê neheqiyan li HDP’ê dikin. HDP’ê reş dikin. Leyla Guven li dijî tecrîdê 141 rojin di grevê de ye. Em dîsa bang dikin. Tecrîdê rakin û zagonên xwe pêk bînin. "    Piştî axaftinê Hunermend Mervan Tan, Arhat û Ruken Yilmaz derketin ser dikê û stran gotin.