Gelê Wanê amadeye ku Qeyûman ji bajarê xwe biqewirîne 2019-03-27 16:28:52   WAN -  Di mîtînga li Wanê ya HDP'ê ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hat li darxistin Bedîa Ozgokçe Ertan diyar kir ku ew ê di 31'ê Adarê de qeyûm û dizan ji bajarê xwe biqewirînin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê li Qada Beşyolê mîtîngek li dar xist. Jin bi cilên kurdewarî, ciwan bi gêziyên destê xwe de ketin qada mîtîngê. Hevserokê Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozturk, serokê Partiya Azadî û Mirovan Mehmet Kamaç, parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca, parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, endamê Tevgera Azadiyê Aytullah Aşîtî, namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Mustafa Avci, namzetên hewşaredarên navçeyên Wanê û hevserokên HDP Û DBP'ê  tevli mîtîngê bûn. Di mîtîngê dirûşmên wekî  "Bijî Serok Apo", "Şehit namirin" û "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin.    Piştî rezgirtinê Hevserokên HDP'ê û BDP'ê yên Wanê derketin ser dikê û gel silav kirin. Axaftina destpêkê ji hêla Hevserokê HDP'a bajêr Umît Dede ve hat kirin. Umît di axaftina xwe de bang li gel kir û got ku gelo kesên ku ji Erzîngan û Mûşê hatine hene. Girse jî bi yek dengê gotin 'Na'. Piştî Axaftina Umît hunermend Fîkret Goyî derket ser dikê stran vegot û gel jî govend gerand. Piştî guhdar kirina stranan namzetên hevşaredariyan derketin ser dikê û gel slav kirin, her wiha hevjina Hevşaredariya Bajarê Mezîn a Wanê Bekîr Kayayê Asli Kaya jî bi çepikan derket ser dikê.   'Em ê di 31'ê Adarê de bersîvê bidin Suleyman Soylu'    Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, silavên xwe ji girtiyên siyasî re şand û wiha dest bi axaftina xwe kir: "3 mehin bê navber xebatên hilbijartinê didomînin. Li gel zext û zordariyê gel bi coşek mezin me pêşwazî kir. Em tu carî derewan nakin û em sozên ku nikarin bidin nadin. Me Newroza xwe bi coşek mezin pîroz kir û em ê  di 31'ê Adarê de bersiva Suleyman Soylu jî bidin.    Bedîa, diyar kir ku divê gel xwedî li vîna xwe derkeve û biçe ser sindoqan û wiha axivî:"Piştî hilbijartinan AKP'ê dê çawa rûyê gel binêre. Em her dibêjin Wan ya me ye, bajar ya me ye."    'Em ê dizan ji bajarê xwe biqewrînin'   Namzedê hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mustafa Avci jî bal kişand ser mîtînga AKP'ê ya Wanê û got ku ji barên derdorê kes komkirin û wanîn li Wanê bi wan mîtîng pêk anîn. Mustafa derbarê ewlehiya sindoqand de jî hişyarî kir û wiha got:" Dest ji sendoqan bernedin. Îktîdareke dizan heye di 1'ê Nîsanê de gêzî hebe jî tune be jî em ê qeyûman û dizan ji baharên xwe paqij bikin."   Bekîr Kaya ji mîtîngê re name şand   Bekîr Kaya jî ji girtîgeha lê nameyek ji bo mîtîngê şand. Bekîr di serî de gelê Wanê silav kir û got ku divê di 31'ê Adarê de her kes li dengê xwe xwedî derê.  Piştre li ser navê Tevgera Azadî  Ayetullah Aştî axivî û wiha got: "Kesê ku ji  xwe re dibêje ez misliman im divê gelên din ji xwe cuda nebîne. Tu cudahiya gelên din ji Gelê Kurd tune ye û ya tu zindiyan jî ji hev tune ye."   'Tifaqa me ya maf û hiqûqê ye'   Piştre Serokê Giştî yê Rêxistina Mirov û Azadiyan  Mehemet Kamaç axivî û wiha got: "Ji bo ku em di 31'ê Adarê de deynê xwe yê dîrokê bidin û deynê we yê li me me tifaq kir .Tifaqa me naşibhe ya tu kesî. Tifaqa me ya maf, hiqûq û azadiyê ye."   Di mîtîngê de peyama parlamentera HDP'ê ya Amedê Dêrsim Dag ku di greva birçîbûnê de ye û ya parlamenterê Wanê yê HDP'ê Tayyîp Temel ku di grevê de ye hat xwendin.    'Heta ku tecrîd ranebe aştî ne pêkane'   Mîtîngê bi axaftina parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca berdewam kir. Felek nas bi berdilka li ser wêneyê Leyla Guevn û dirûşma "Bila tecrîd rabe û Leyla Guven bijî" derket ser dike û wiha got :"Gelê wanê îro mizgînî da û di newrozê de jî peyama berxwedanê dabû.  Lê îro jî Wanê bersiveke mezintir da. Em di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin.  Ev pêvajo mizgîniya pêşerojê ya civaka azad e. Ez ji vir ji Dîba Keskîn, Bekîr Kaya, Abdurrahman Çalişkan re silavên xwe rê dikim. Ez hemû rêhevalên xwe silav dikim û dibêjim daxwaza wan ya me ye."   Feleknas di berdewamiyê de  ev tişt got: "Bêdengî me dikuje, Em ê bêdengiyê bişikînin. 31'ê Adarê ji bo me gelek girîng e.  Her dengekî ku em wê rojê bi kar bînin wê çarenûsa vî welatî diyar bike. Gelê Kurd Efrîn ji bîr nekiriye, Kobanê ji bîr nekiriye, Cizîrê ji bîr nekiriye em ê bersiva wan di 31'ê Adarê de bidin. "   Mîtîngê bi stranên Koma Pel berdewam kir.