Nûran Îmîr: Gelê Botanê bi Newrozê re xwe ji bo serkeftina 31’ê Adarê amade kir 2019-03-27 09:01:09   ŞIRNEX - Li Şirnex û navçeyên wê bi dehezaran kes hatin cem hev û Newroz hat pîroz kirin. Qadên Newrozê bersiva herî zelal a li hember zextên desthilatdariya 17 salan bû. Nûran Îmîr a HDP’yî diyar kir ku gel bi Newrozê xwe ji bo serkeftina 31’ê Adarê amade kiriye.    Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re demek kurt ma û pîrozahiyên Newrozê bi coşek mezin pêk hatin. Li Botanê jî kelecana Newrozê cihê xwe ji kelecana hilbijartinê re hişt. Li navenda bajar û navçeyên Şirnexê bi hezaran kes bi yek dengî ji qadê derketin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr atmosfera Newrozê nirxand.   Nûran daxuyakirin ku coşa Newrozê amadekiriya 31’ê Adarê bû û got desthilatdariyê li qadan bersiva zextên 17 salan girtiye.   ‘Coş wê biçe ser sindoqan’   Nûranê bi lêv kir ku hilbijartinên herêmî wek referandumê ye û wiha got: “Coşa Newrozê bêguman wê di 31’ê Adarê de jî xwe bide xuyakirin. Newroz wek mîtînga beriya hilbijartinê nirxandin bêguman têr nake.  Ji ber mîsyonek dîrokî ya Newrozê heye. Me ev mîsyon jî îsal ji kûrahî hîs kir.  Di Newroza 2019’an de fragmana hilbijartina ya 31’ê Adarê hat dayin. Fînala fîlmê berxwedana ku gelê Kurd li dijî zext û zilma 17 a deshtilatdariyê dayî ye.  Dîsa di qadên Newrozê de qêrîna greva birçîbûnê ya ji aliyê Leyla Guven ve hatiye destpêkirin, hat qêrîn.  Ev deng li hemû cîhanê dan bihîstin. Li qadan hat gotin ku daxwaza Leylayê daxwaza me ye.”   ‘Têkoşîna gelê Kurd ne têkoşîna şaredariyê ye’   Nûranê bi lêv kir ku  têkoşîna gelê Kurd ne têkoşîna şaredariyê ye û got şaredarî ji xwe yên gel in û got: “Wê polîtîkayên qeyûm vala derkevin û şaredarî wê bi gel re bê birêvebirin. Bila gumana kesî tunebe.  Ya girîng ev e ku faşîzma li ser gel bê rakirin. Yekane riya vê jî bi dawîkirina tecrîdê ye.  Hevalên me îro bi mirinê re hatine rû hev.”   ‘Deng dan dengê Leylayê’   Nûranê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gel ev sê sal e li dijî zîhniyeta qedexeker berxwe dide û ev berxwedan di Newroza 2019’an de tacîdar kiriye û got: “Bi reng û berxwedana jinan deng dan Leyla Guven.  Ji niha de dîtin ku zîhniyeta AKP û qeyûm bi agirê Newrozê têk çûye.  Newrozê nîşan da ku hemû lîstikên qirêj wê derkevin holê û gel bi ser keve. AKP ji 7’ê Hezîranê de ye li Kurdistanê qedyaye.”