‘Gel hesabê xespkirina îradeya xwe wê di 31’ê Adarê de bipirse’ 2019-03-24 10:40:36   SÊRT- Seroka Meclîsa Gitşî ya Sêrtê ya HDP’ê Hatîce Atay destnîşan kir ku qeyûm xespa îradeyê ye û got wê gelê Sêrtê di 31’ê Adarê de hesabê xespkirina îradeya xwe di sindoqan de bipirse.   Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re demek kurt ma û HDP li Sêrtê xebatên xwe dimeşîne. Şaredariya Sêrtê jî yek ji 96 şardariyên DBP’ê ku qeyûm lê hatine tayînkirinê ye. Seroka Meclîsa Giştî ya Sêrtê a HDP’ê Hatîce Atay xebat û polîtîkayên qeyûm nirxand û da zanîn ku di hilbijartinan de wê gelê Sêrtê xwedî li îradeya xwe derkeve.    ‘Destkeftiyên me hatin desteserkirin’   Hatîceyê bi lêv kir ku di 16’ê Mijdara 2016’an de qeyûm tayînê şaredariya Sêrtê bûye û bi hatina qeyûman re gelek xebat hatine rawestandin û wiha got: “Projeyên nehatin rawestandin jî wek xebatên xwe xistin jiyanê.  Gelek projeyên me wek yên xwe nîşan dan. Navenda Piştevaniya Berfîn hat girtin, xebatkarên wê hatin îxrackirin, ji kar hatin derxistin. Destkeftiyên me hatin desteserkirin.Gel her tiştî dizane.”   ‘Gel li dijî qeyûman bi bertek e’   Hatîceyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku krêşên bi zimanê dayikê perwerde didan jî hatine girtin û ne tenê jin, ciwan û zarok jî ji aliyê qeyûm ve hatine mexdurkirin û ev du sale û nîv e qeyûm li şaredariyê ye. Hatîceyê ev tişt anî ziman: “Ev du sal û nîve me nedîtiye ku qeyûm xebatek, çand, huner, jinan, aborî û civakî meşandiye.  Çêkirina rê hewcedariya Sêrtê nîne.  Bendewariya gel ne ev e.  Gel wê berteka xwe û bersiva xwe di hilbijartinan de bi dengên xwe nîşan bide.”   Hatîceyê bi lêv kir ku der barê Sêrtê de projeyên nû dane ber xwe û got wê di qada çand, huner, civakî, aborî û jin-zarokan de xebatên nû bimeşînin.