Xebatên HDP'ê yên hilbijartinê didomin 2019-03-23 17:09:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji hilbijartinên herêmî re demek kurt ma û HDP bê navber xebatên hilbijartinê didomîne. HDP'ê banga xwedîderketina li sindoqan kir.    Ji hilbijartinên herêmî yên ku dê di 31'ê Adarê de bê kirin re demek kurt ma û HDP bê navber xebatên hilbijartinê didomîne. Namzetên hevseroktiyê yên HDP'yî, parlamenter û endamên rêveberiya HDP'ê li Şirnex, Agirî û Îdirê derî bi derî geriyan. HDP'ê banga xwedîderketina li sindoqan kir.    Li Şirnexê Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran  Îmir, Namzetên Hevserokatiyê yên Şirnexê Hişyar Osal û Nurcan Alturk jî di nav de heyetak HDP'ê mal bi mal geriyan û belavakên hilbijartinê belav kirin.    HDP'yîyên ku mal bi mal geriyan bi gel re sohbet kirin û ji aliyê gel ve bi germahî hatin pêşwazîkirin.    Îdir   Rêxistina HDP'ê ya Îdirê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Gundê Îdirê şahî li dar xist. Endamên Meclîsa Giştî ya HDP'ê, parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Habib Eksik beşdar bûn. Jin û ciwanan dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" govend gerandin.    Habib di çalakiyê de axivî û diyar kir  ku divê hemû kurd li sindoqan xwedî derkevin û yekîtiya xwe ava bikin.   Iğdır Belediyesi eşbaşkan adayları Eylem Çelik ve Yaşar Akkuş ise kentte bildiri dağıtarak, halka projelerini anlatmaya devam etti.    Agirî   Li Agiriya ku ji aliyê qayim ve tê birêvebirên afîşên namzetên HDP'ê hatibûn rakirin. Ji ber ku Erdoganê di 25'ê Adarê de mitingê çê bike loma xebatkarên şaredariya qayimê afişên namzetên HDP'ê jê dikin.    Do ji di saetek ku HDP'yî ne li buroya xwe bûn AKP'yîyan afişên  xwe li buroya HPD'ê darde kiribûn. Afîşên  ku ji aliyê AKP'yan hatibû dardekirin ji aliyê HDP'yan hat rakirin.