Li Karakoçanê jin bi îdia ne: Em tên ku projeyên xwe temam bikin 2019-03-21 08:36:23   XERPÊT - Jinên li Karakoçanê ji xebatên hilbijartinê re pêşengiyê dikin, diyar kirin ku wê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin Enqereyê û wiha got: “Karakoçan her tim ya me bû. Wê wisa jî bimîne. Em ê projeyên nîvco mane temam bikin.”    Ji hilbijartinên herêmî re demek kurt ma û partiyên siyasî jî xebatên xwe bi lez û bez berdewam dikin. HDP ji bo şaredariyên ku qeyûm lê hatine bicihkirin, şûnde bigirin, tevî hemû zext û zordariyan bi coşek mezin xebatên xwe dimeşîne. Li navçeya Karakoçan a Xerpêtê ku hevşaredarên wê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan bû, atmosfer li alî HDP’ê ye. Ji 7’an heta 70’ê her kes ji bo hilbijartinê seferber bûne û bi taybet jî jin derdikevin pêş.   Jinên Karakoçanê destnîşan kirin ku di mijara ku qeyûm şûnde bişînin de bi biryar in û atmosfera hilbijartinê nirxandin.   ‘Cesaret têr dike’   Cennet Ayik a dema hevşaredara Karakoçanê bû hat girtin û ji peywirê hat dûrxistin, piştî tê berdan jî xebatan dimeşîne. Cennetê bi lêv kir ku di 2014’an de wek hevşaredar hatiye hilbijartin û wiha got: “Me jinan hebûna xwe ya di siyasetê de ji we bi zor dida qebûlkirin û di carekê de ez bûm hevşaredar. Ez tirsiyam. Min got gelo ez ê bêm qebûlkirin an na. Min şaredartî jî nizanibû. Lê mirov di xebatan de her tişî fêr dibe. Cesaret têrî her tiştî dike. Îro li navçeyê zêdetir hevşaredarên jin piştgiriyê dibînin. Divê di qada cemawerî de jin zêdetir berpirsyariyê bigirin ser xwe. Em ji bo hilbijartinê derî bi derî digerin. Eleqeyek mezin li hember me heye. Gel zêdetir bi jinan bawer dikin.”   ‘Karakoçan her tim ya me ye’   Cennetê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku baweriya wan tam e ku wê HDP hilbijartinan bidest bixe û dîroka Karakoçanê bibîr xist: “Karakoçanê di têkoşîna maf de bedelên mezin dane. Em jî hewl didin hêjayê vê bin. Karakoçan her tim ya me bû.Wê her tim jî wisa be.”   ‘Qeyûm projeya me ya jinan rawestand’   Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Nur Aytemur jî der barê xebatên hilbijartinê yên Karakoçanê de agahî da û got ew ne di hewldana dewirgirtina kursiyê de ne û got hemû hewldan ji bo projeyên nîvco mane bên temamkirine û wiha got: “Qeyûm tayînî şaredariya Karakoçanê bû. Gelek projeyên me nîvco man. Qeyûm dan rawestandin. Ligel vê gelek xebatên me wek ên xwe nîşand didin. Em ji bo projeyên xwe yên nîvco mane temam bikin tên. Em ê saziyên jinan, park û navendên ciwanan ji nûve vebikin.”   ‘Em ê qeyûman bişînin Enqereyê’   Hevseroka DBP’a Karakoçanê Remziye Kiliç jî bi lêv kir ku ew di mijara şandina qeyûman de bi biryar in û wiha pê de çû: “Em ê qeyûman bişînin ji kesên ku ji me re şandine. Jinên Karakoçanê xebatek bi biryar dimeşînin. Em ê zextan vala derbixin. Em ê têkoşîna hemû hevalên xwe yên li girtîgehê bigihînin serkeftinê. Jin, jiyan Azadî.”