‘Divê jin tevlî pêvajoyên biryargirtinê bibin’ 2019-03-20 09:12:37   Rengin Azizoglu   STENBOL - Femînîst Çagla Akdere diyar kir ku divê di şaredariyan de jin di pêvajoyên biryargirtinê de cih bigirin û got: “Hewcedarî bi şaredariyên ku jin tê de kirde ne, heye. Divê meclîsên jinan bên avakirin, gotin û daxwazên jinan bên girtin û ev neyên piştguhkirin.”   Bi hilbijartinên herêmî re li bajarên mezin û hema hema hemû bajar û navçeyan namzetên mêr hatin nîşandan. HDP’ê bi rêgeha nûneriya wekhev di hemû şaredariyan de namzetên jin nîşan da. Ji Tora Parastina Jinan femînîst Çagla Akdere hebûna jinan a di şaredariyan de nirxand.   ‘Di her tiştî de mêr biryarê didin’   Çaglayê diyar kir ku namzetên hatine aşkerakirin hema hema hemû mêr in û got: “Siyasest di destê mêr de pêş dikeve. Mêr dixwazin li ser her tiştî ew biryarê bidin. Lê tiştek wisa ne pêkan e. Divê di şaredariyan de polîtîkayek rasteqîn pêk bê. Ev jî bi jinan pêkan e. Bi jinan re çiqas projeyên hevpar hatine kirin. Ev girîng e. Ger polîtîkayek rastî pêk neyê, mafê kreş, stargehê neyê dayîn, jin bêyî piştguhkirin, mirov nikarin behsa şaredariyek li alî jinê bikin.”   Çaglayê destnîşan kir ku gotina jinê di hibijartinan de tê ser ziman û got: “Di pêvajoyê de armanc dikin ku dengên jinan bigirin. Me wek depoya dengan dibînin. Em di çend partiyan de polîtîkayên jinan dibînin. Dema hilbijartin diqedin, em her tiştî dibînin. Divê mafê jiyanek azad a jinê hebe. Em kirde ne, em jin in, em hene, mafên me hene. Em dixwazin jiyana xwe bijîn. Em naxwazin bên kuştin. Em kolanên bi ewle dixwazin. Ji bo vê çi pêwist e divê bê kirin. Em dixwazin jin di mekanîzmayên biryarê de cih bigire.”