Namzetên hevşaredar: 31’ê Adarê wê bibe bersiva AKP’ê 2019-03-19 09:18:01   STENBOL- Namzetên Hevşaredariya Esenlerê yên HDP’ê diyar kirin ku ji bo texrîbata ku şaredariyên desthilatdariya heyî ji holê rabikin bûne namzet û  got hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê wê bibe bersiva hemû tiştên li welat tên jiyîn.   Namzetên HDP’ê yên Esenlerê Gulsum Ozturk û Celal Alphan in.  Gulsum û Celal diyar kirin ku wê Esenlerê bi gel re birêve bibin û got 1’ê Nîsanê wê Esenlerê beyî AKP’ê şiyar bikin.    Gulsum Ozturk di 1964’an de li Savur a Mêrdînê hat dinê. Dayika 6 zarokane. Di salên 90’î de gundê wan tê şewitandin û bi malbatê re koşî Amedê dikin. 2 sal şûnde carek din dikevin riya koçberiyê û vê carê bar dikin Stenbolê. Gulsum li vir di xebatên siyasî de cih digire û di demên diyarkirî de li Esenlerê rêveberiyê dike.   'Xebatên kollektîf pêk bînin'   Gulsumê daxuyakirin ku ligel rêveberiyê di gelek qadan de jî xebat meşandiye û wiha got: “Min wek jin û dayikekê di xebatên partiyê de cih girtin her tim wek berpirsyarî dît. Ji ber HDP partiya jinan e. Di hilbijartinan de em bi ser kevin em ê ji bo zarokên xwe kreşan vebikin.  Em ê zarokên xwe li van kreşan bigihînin.  Di heman demê de wê jin li vir aboriya xwe jî bidest bixin. Em ê derfetên kar ji bo jinan biafirînin.  Em van derfetên kar jî wê bi xebatên kolektîf pêk bînin. Em ê komîsyonên jinan yên bi pirsgirêkên jinan re eleqeder dibin ava bikin.”   Gulsumê balkişand ser êrîşên li hember partiya wan û got niha gelek parlamenter, hevşaredar, rêveber û endamên wan girtîne û got di vê esasê de wê hilbijartinên 31’ê Adarê bersvin, gelê me wê bersiva van pêkanînan bidin.   Li dijî talanê têkoşîn   Namzetê din jî Celal Alphan e. Celal li Farqîn a Amedê di sala 1976’and e hat dinê. Bavê du zarokan e. Di salên 90’î de ji ber şewitandina gundan koç dikin. Celal di 1994’an tê girtin û du salan li girtîgeha Amedê girtî dimîne.  Celal demek dirêj di têkoşîna Kurd de cih digire û got: “Piştî gundê me hat şewitandin me koçî Nazîlî ya Aydinê kir. Piştre me barkir Stenbolê.  Min di serî de di xebatên partiyê de di gelek xebatan de cih girt. Ez di 2012’an de di operasyonên KCK’ê de hatim girtin, 15 mehan girtî mam û hatim berdan.”   Celal diyar kir ku navçeya Esenler ji ber ne herêma sanayiyê ye, xizanî zêde ye û got: “Bi saya atolyeyên tekstîlê yên biçûk li ser piyan e.  Şertên xebata atolyeyan gelek giran in. Karker di katên bodruman de dixebitin. Di şaredariya Esenlerê de jî wek şaredariyên din yên AKP’ê  nelêrêtiyên cidî hene. Dengyê şaredariyê ku di 2010’an de 35 mîlyon TL bû niha 227 mîlyon TL deyn heye. 90 mîlyon deynê wan li SGK’ê heye. Yanî di şaredariyê de çanda talanê hatiye pêşxistin. Ji bo em vê çanda talanê ji holê rabikin em bûn namzet.”