Li bajarê Leyla Guven Cîhanbeylî bayê HDP’ê 2019-03-19 09:15:00   Dîlan Babat   KONYA - Li bajarê Leyla Guven, Cîhanbeylî HDP xebatên hilbijartinê bê navber dimeşîne û bi taybet jin eleqeyek mezin nîşan didin.   Hevseroka HDP’a navçeyê Eylul Yaylaci destnîşan kir ku gel bi salane ji ber nêzîkatiya şaredariya rantxwir bêzar bûye û got: “Cîhanbeylî êdî dixwaze rengê jinê bibîne.  Jin bi hêza ku ji Leyla Guven digirin, çi ji destê wan tên dikin.”   Li Cîhanbeylî ya Konyayê xebatên hilbijartinê bê navber didomin.  Cîhanbeylî di heman demê de bajarê Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku li dijî tecrîdê ev 132 roj e di grevê de ye.    Hevseroka HDP’a Cîhanbeylî Eylul Yaylaci bi lêv kir ku ew bi pêşengiya jinan xebatên hilbijartinê didin meşandin.   ‘Me gelek girîngî da ku jin tê de hebin’   Eylulê daxuyakirin ku HDP’ê yekem car li Cîhanbeylî di hilbijartinên herêmî de namzet derxistiye û got: “Hilbijartinên herêmî yên berê de rêjeya dengan têrî girtina şaredariyê nekir.  Em ê îsal cara duyem têkevin hilbijartinan.  Îsal bayê hilbijartinê li alî me ye.  Em bi xebat û gelê xwe re vê dibînin. Em xwe gelek bi şans dibînin. Bi salane li Cîhanbeylî feraseta şaredariyeke ku jin tê de tune heye.  Gelê Cîhanbeylî êdî van dibîne.  Dizanin ku şaredarî ji xizmetên av û rê ne pêkan e. Gelê Cîhanbeylî û jinên wê HDP’ê derdixe pêş.  Di vê pêvajoya hilbijartinê de me lîsteyên endamên meclîsa şaredariyê ava kir. Me gelek girîngî da ku jin tê de hebin.”   ‘Em dixwazin rengê jinê bibînin’   Eylulê destnîşan kir ku li gundan jî xebatan dimeşînin û ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin tên û got: “Jin diyar dikin ku ew li navçeyê dixwazin rengê jinê bibînin.  Ger HDP şaredariyê bigire wê yekem car maseyên jinan bên avakirin.  Li her gundî komîsyonên me hene û nîvê van komîsyonan jî ji jinan pêk tê.  Bêzarbûneke 17 salan li ser gel heye. Gel hewce bi dengekî cuda dibînin.”   Eylulê balkişand ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku 132 roj li pey xwe hiştiye û bi lêv kir ku jinên Cîhanbeylî ji berxwedana Leylayê hêzê digirin û bi vê hêz jî çi ji destê wan tê dikin, têdikoşin.