Cîhahbeylî wê bi destê jinê bê nûkirin 2019-03-18 09:06:40   Dîlan Babat   ENQERE - Li Navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê ku AKP wek depoya dengan dibîne, namzeta hevşaredariya HDP’ê Serap Kaya ji bo guherîna navçeyê xwe amade dike û bi lêv kir ku wê navçeyê bi rengê jinê biguherin û nasnameyek nû lê bar bikin. Serapê wiha got: “Cîhanbeylî cihekî kozmopolîtîk e. Ji ber vê em ê pirzimaniyê esas bigirin.Wê bi me re ji nû ve jiyana xwe ava bikin.”   Ji hilbijatinên herêmî yê 31’ê Adarê re 14 roj ma û xebat bê navber didomin. Li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê jî HDP bi îdia xwe amade dike û hedef dike ku bi nûneriya wekhev guherînê pêk bîne.   Namzeta hevşaredariya Cîhanbeylî ya HDP’ê Serap Kaya bi lêv kir ku bi salane navçe ji aliyê AKP’ê ve tê birêvebirin û tu xebatek der barê jinan de nehatiye kirin.   Serap li Cîhanbeylî hatiye dinê û dibistana seretayî li Cîhanbeylî temam kiriye. Ji ber karê bavê wê bi malbatê re li Konyayê bicih bûn û lîse li wir qedand. Piştî zanîngeh qedand di 2011’an de buro vekir û parêzerî kir. Di hilbijartinê 1’ê Mijdara 2015 û 24’ê Hezîrana 2018’an de bû namzeta parlamenteriyê ya HDP’ê û niha jî bû namzeta hevşaredariyê.   ‘Hevserokatî bi jinan re kelecan afirand’   Serapê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di pêvajoya namzetiyê de jinan piştgirî daye û bi lêv kir ku yek ji sedema ku ew ber bi namzetiyê ve biriye, polîtîkaya nûneriya wekhev e û wiha got: “Dema em li gundan dibêjin ‘ wê du şaredarên we hebin, yek jin yek mêr’ gelek kêfxweş dibin. Ev di alî jinan de tiştekî erênî ye. Ji ber vê bi jinan re kelecanê ava dike.”   ‘Wê bi HDP’ê navçe biguhere’   Serapê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku di rewşa şaredariyê bigirin de wê ji feraseta şaredariya heyî cudatir şaredartiyê bikin û wiha pê de çû: “Em ê bêrengiya AKP’ê afirandiye ji 31’ê Adarê şûnde belav bikin. Di rewşa em şaredariyê bigirin de em ê projeyên xwe bikin meriyetê. Ewil em dixwazin jin li her derê xwedî raye û gotin bin. Di bin bana şaredariyê de wê maseyên jinan, navenda koordînasyona jinan, yekîneyên navenda jinan bê avakirin. Ev yekîne wê qadên îstîhdamê fireh bike. Em armanc dikin ku jin zêdetir xwedî gotin bin. Em ê xebata profîla jinan bikin. Em ê bi vê xebatê hewcedariyên jinan tespît bikin. Ligel vê em ê ‘Xeta Alo Şîdet’ vekin û ev xet wê pirziman be. Em ê koperatîfên jinan vebikin. Li Cîhanbeylî û gundên wê tenûrên me hene. Em ê keda destê jinan bikin deriyê qezencê. Bi qezenckirina HDP’ê wê ji nû ve bihar bê Cîhanbeylî.”