Meral Daniş Beştaş: Wê dîrok biryarê bide ku wê kî biçe 2019-03-15 09:06:35   Dîlan Babat   ENQERE - Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku Leyla Guven a 128’emîn roja grevê li pey xwe hiştiye rewşa wê her diçe dikeve xeterê û got: “Divê demildest daxwaz pêk bên û parêzer biçin Îmraliyê. Ya ku destûra bingehîn jî pêşniyar dike ev e.” Meralê bersiv da gotina Tayyîp Erdogan ya ‘Li Tirkiyeyê Kurdistan tune ye, li Iraqê heye hûn dixwazin biçin wir’ û got ‘Yên biçin ne em in, lê wê dîrok biryarê bide wê kî biçe’.    Çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  dest pê kirin di roja 128’emîn de didome. Ji 1’ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan grevê dest pê kir û herî dawî parlamenterê HDP’ê yên Wanê Tayyîp Temel û Murat Sarisaç jî ketin greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger. Di dema destpêkirina grevê de ya li avahiya HDP’a Amedê hat destpêkirin, bi ser avahiyê de hat girtin û parlamenter hatin derbkirin.    Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş got çend roj berê Leyla Guven ziyaret kirin û got: “Em bi xetera ku Leylayê winda bikin re hatine rû hev. Ev rewş cidî ye. Divê hikûmet demildest bersivê bide daxwazan û parêzeran bişîne Îmraliyê. Riyek din a çareseriya vê tune ye. Ya divê pêk bê jî ev e. Ya ku destûra bingehîn dibêje jî ev e.”   ‘Divê Tirkiye li gorî biryara DDB’ê tev bigere’   Meralê balkişand ser biryara tazmînata Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) ya der barê binpêkirina mafê ragihandinê ya Veysel Aktaş ê li Îmraliyê girtî û got: “Ev biryar ji bo hemû kesên li Îmraliyê girtîye derbasdar e. Hikûmetê heta niha pêngav neavêtiye lê piştî biryara DDB’ê daye rêbazek din nemaye û got divê Tirkiye li gorî DDB’ê tev bigere.   Meralê balkişand ser êrîşa li hember avahiya HDP’a Amedê û got:" Êrîşa li hember parlamenterên me nîşaneya bêtehemuliyê ye. Lê tu êrîş bi me şûnde gavê nade avêtin.Berovajî vê hêrsa me mezin dibe. Ev bertek mezin dibe û dibe berxwedan."   ‘Wê dîrok biryarê bide ku kî diçe’   Meralê bertek nîşanî gotinên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ên weke ‘Li Tirkiyeyê Kurdistan tune ye, li Bakurê Iraqê heye, hûn dixwazin hûn ê biçin wir’ û got: “Ev gotin ne zimanekî siyasî ye. Ji nasnameya wan gelek kes li ser vê axê hatin windakirin.Ev gotinên ku zemînê ji êrîşan re amade dike ye. Em naçin cihekî. Em li vir in. Em ê bi gel re bajarên xwe bi rê ve bibin. Li welatên derve hesabên me yên bankayê tune, pereyên me tune, li giravên Man hesabên me tune. Sûcekî me yê ku em biçin jî tune. Yên biçin ne em in. Wê dîrok biryarê bide ku wê kî biçe.”