Sêrt li benda 31’ê Adarê ye: Wê hesabê êrîşan bê pirsîn 2019-03-14 09:20:17   SÊRT- Jinên Sêrtê diyar kirin ku qeyûman şaredariya wan xesp kiriye û wiha gotin: “Sêrtê ya me ye, ya jinan ya ciwanan e. Qeyûm wî li vî bajarî di sindoqan de bimînin.”   HDP bi nêzîkbûna hilbijartinan re xebatên xwe bê navber dimeşîne, mal bi mal kolan bi kolan digere. Yek ji bajarên ku xebat lê tê meşandin jî Sêrtê ye. Jinên li Sêrtê xebatan dimeşînin diyar kirin ku ji gel bertekên erênî digirin.   Hediye Suçcî, bi lêv kir ku ji roja qeyûm hatiye tayînkirin heta niha her tim ew aciz kirine û got: “Gelê sêrtê li dijî qeyûman bi bertek e û wê vê helwesta  xwe di 31'ê adarê de diyar bike. Kes qeyûman naxwaze. Her kes bi gazinc e. Her kes li benda hilbijartinê ye. Lê wisa jî nabe. Divê em beyî tirs vê li her derê bêjin. Ger em xwedî li Cizîr, Nisêbîn, Surê derketibûna wê îro qeyûm tayînî şaredariyêm me nehata kirin.”   ‘Gel tune be çi girîngiya şaredariyan heye’   Hediyeyê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser şaredariyan, got şaredarî veguherîntine qerekolan û wiha berdewam kir: “Şaredarî wek qerekol dihatin bikaranîn. Her ku hilbijartin nêz dibin pêşiya şaredariyan vedikin. Tu xebat tune ye. Xwedî li projeyên şaredariyê yên beriya xwe  derketin. Ji roja qeyûm hatine tu xebat nehatine kirin. Şaredariyeke ku gel nikaribe biçiye bê wate ye û ne şaredarî ye.”   ‘Wê gel di 31’ê Adarê de hesab bipirse’   Fatma Kayar jî bi lêv kir ku gelê Sêrtê ji qeyûm ne razî ye û got çi bikin jî êdî fêdeya wê tune ye. Fatmayê ev tişt got: “Em ê di 31’ê Adarê de ji qeyûm hesab bipirsin. Ji bo em deng nedin HDP’ê her tiştî dikin. Şaredariyê wek mala bavê xwe bi kar tînin. Şaredarî ji ya gel derketiye. Bi hezaran ciwanên me girtî ne. Em ê hesabê vê di 31’ê Adarê de bipirsin.”   Berîvan Akçay jî destnîşan kir ku ev du sal e li Sêrtê tu guhertin neyatiye kirin û got: “Me qet rûyê qeyûman nedîtiye. Em nizanin kî ne. Ez HDP’î me. Ez ji xizmeta qeyûm ne razî me. Welat di koasê de ye. Ev vegeriyaye şerekî siyasî. Ji bo Sêrtê bila bi xêr be. Em ê nîşan bidin ku em li alî aştiyê ne.”