Namzeta Kocaeliyê Zuleyha Gulum: Em bi hev re dikarin jiyanek hevpar ava bikin 2019-03-14 09:10:49   STENBOL - Namzeta Şaredariya Bajarê Mezin a Kocaeliyê Zuleyha Gulum got wê şaredariyê bigirin û modelek nû ya şaredariyê bibin bajarên rojavayê Tirkiyeyê û bang li hemû gelê Kocaeliyê kir ku jiyanek hevpar bi hev re ava bikin.   HDP xebatên xwe yên hilbijartinê yên 31’ê Adarê bê navber dimeşîne. Namzeta şaredariya bajarên mezin a Kocaleliyê Zuleyha Gulum jî xebatên xwe bê navber dimeşîne û her wiha di heman demê de parlamentera Stenbolê ye. Zuleyha ku bi salan di xebatên jinan de jî cih girt, di Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê (BÎKG), Meclîsa Azadiya Jinan (KOM), Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) Komîsyona Jinan de cih girt.   Zuleyha di heman demê de yek ji endama damezrîner a HDP’ê ye û di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de wek parlamentera HDP’ê ya Stenbolê hat hilbijartin. Niha jî namzeta Kocaeliyê ye.   ‘Em ji bilî betonê tiştekî nabînin’   Zuleyhayê bi lêv kir ku li Kocaeliyê bi avabûna sanayiyê re ji gelek bajarî gel koçî wir kirine û ji ber derfetên kar lê hene ji çandên cuda kes lê hene. Zuleyhayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wanî, Agirîyî, Gurcî, Boşnak û Roman lê hene. Di heman demê de bajarekî karker û kedkaran e. Xwedî taybetiya dîrokî ye jî. Tevî vê di betonê de xitimiye. Bajarekî ku li ser berjewendiyên sermayê hatiye avakirinê ye.”   Zuleyhayê daxuyakirin ku di heman demê de bajarekî di alî erdhêjê de jî bi rîsk e û wiha pê de çû: “Di 1999’an de erdheja Golcukê pêk hat. Tevî tecrubeyek wisa heye, avahî li gorî wê nayên çêkirin. Mekanîznameyên ku qadên kombûna erdhêjê tune ye. Ya mirovan dikuje ne erdhej e. Teşeyê çêbûna bajar e. Her wiha li vî bajarî cînayetên kar jî pir zêde ne.”   ‘Ji bo jinan qada jiyanê tune ye’   Zuleyhayê destnîşan kir ku li Kocaeliyê ji bo jinan jî qada jiyanê tune ye û got: “Cihekî ku jin bên cem hev tune ye. Di alî jinan de xizanî pirsgirêkek cidî ye. Bi krîzê re zêdetir tê hîskirin. Her wiha kuştinên jinan jî lê zêde ne. Platforma jinan heye û ev platform van kuştinan dişopîne. Lê xeta Alo şîdet zêde nayê bikaranîn. Divê li bajar modela bajarekî ku qadên jiyanê lê bên avakirin, pêk bê. Feraseta şaredariya ku ji gel dipirse tune ye.”   ‘Kocaelî dikare bibe modela mînak’   Zuleyhayê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser hilbijartinan û got ger hilbijartinê qezenc bikin, wê li bajarê rojavayê Tirkiyeyê bibin mînak û got wê bajarekî ku jiyana hevpar lê tê avakirin, biafirînin. Zulehayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Werin em bi hev re vê hilbijartinê rêxistin bikin, em bi hev re qezenc bikin, em bi hev re berdewam bikin. Em ligel hev bisekinin em ê torên piştevaniyê xurt bikin. Em di pêvajoyê de zemîna hevpar girîng dibînin. Ez ji bo hemû kesên azadiyê dixwazin banga piştevaniyê dikim.”