Felek Ozal namzeta Beşîrî: Ez ê ji bo jin û ciwanan bixebitim 2019-03-12 09:11:11   Berîtan Canozer   ÊLIH - Namzeta Beşîrî Felek Ozel diyar kir ku piştî qeyûm hatiye tayînkirin hemû xebatên çandî qedyane û jin nikarin dakevin kolanan. Felekê got wê bi gel re Beşîriyê biguherin.   Namzeta hevşaredariya Beşîriyê ya HDP’ê Felek Ozel diyar kir ku ji bo jin û ciwanan projeyên wê yên girîng hene. Felekê daxuyakirin ku ji ber ku bavê wê bi 3 jinan re zewiciye di malbateke 24 zarokên wê heye de mezin bûye û têkoşîna xwe ya ewil li hember malbatê daye. Felek ya ku 14 xwişkên wê hene, di temenê biçûk de jî rastî zextên dewletê hatiye.   Felek ya lîse û dibistana navîn li Beşîriyê qedand li Bedlîsê Fakulteya Îşletmeyê xwend û li Êlihê jî ji beşa Tekonolojiya Kîmyayê mezun bû. Felek li Êlihê di fabrîkayek boyaxê de wek kîmyager xebitî. Felek li navçeya Şîrînevler a Stenbolê wek endama DBP’ê xebitî û piştî vegeriya Beşîriyê di siyasetê de çalak cih girt. Felek ku nêzî 2 salan hevserokatiya DBP’ê ya Beşiriyê kir, ji bo ji jinan re tiştekî bike ji HDP’ê bû namzet.   ‘Dewlet me ber bi berxwedanê ve dibe’   Felekê bi lêv kir ku di temenê biçûk de têkoşîn nas kiriye û wiha got: “Dewlet me ber bi têkoşînê ve dibe. Ji ber zextên li ser me em li berxwe didin. Ez ji 7 salî de têkoşînê nas dikim. Ez her tiştî bi jiyanê hîn bûm. Min tu car dest ji partiyê berneda. Ez li Stenbolê endama partiyê bûm. Min li her derê çand û ahlaqê partiyê bixwe re dît. Bi taybet ji ber jinbûnê min her tim pirsgirêk jiya. Li Beşîrî jin nikarin derkevin kolanê. Tenê mêr diçin marketê. Ev ne tiştekî ku ez qebûl bikeme. Sûka Beşîrî bûye kahwexane. Bi taybet piştî qeyûm ev rewş zêdetir derket pêş.”   ‘Jin nikarin derkevin bazarê’   Felekê daxuyakirin ku piştî qeyûm tayîn bûye şûnde li Beşîriyê xebatên çandî qedyane û got: “Avahiya şaredariyê wek qerekol tê bikaranîn. Gel nikare şaredariyê bi kar bîne. Li navçeyê jin pirsgirêkan dijîn. Qadên jiyanê yên jin û ciwanan tune ne. Yekane tiştê ku ciwan dikin rûniştina li qehweyan e. Jinên ciwan ji dibistanê diçin malê ji malê diçin dibistanê. Li pêş televîzyonan rûdinin. Weke din alternatîf tune ye. Jin nikarin dakevin bazaran jî. Qadê xebatê tune ne. Li her derê tenê mêr hene.”   Felekê destnîşan kir ku jinên ku bihîstine ew bûye namzet gelek kêfxweş bûne û got: “Du sale Beşîrî ji ber qeyûman êşên mezin dikşîne. Di serdanên me pêk anîn de gel xwedî li me derket. Em di şaredariyê de wek kota wê bi giştî 4 jin bin. Ez, cîgira şaredar, du endamên meclîsa jinan. Em vê ji jinan re dibêjin. Di her pirsgirêkê de dikarin bên cem me. Ev me kêfxweş dike. Hêviyê dide me. Bi taybet ciwan ji ber tiştek tune ye aciz in. Ji ber vê projeyên me yên girîng ji bo ciwanan heye. Em hedef dikin ku navenda çand û hunerê vebikin. Ji bo jinan atolyeyan vebikin. Em ê bi gelê xwe re bi ser kevin. Gel vê dixwaze. Em ê bi gel re Beşiriyê biguherin.”