Pervîn Bûldan: Kesên Gelê Kurd hedef digirin ew ê li dû xwe nenêrin û biçin 2019-03-09 17:23:41   STENBOL - Di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên HDP'ê  de Pervîn Buldan li Navçeya Zeytinbûrnû ya Stenbolê axivî. Pervînê got:"Dê gelên li Tirkiyeyê dijîn êdî rê nedin faşîzmê. Dê bersivê bidin qayyiman û serê qayiman. Kesên Gelê Kurd hedef digirin ew ê li dû xwe nenêrin û biçin."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Navçeya Zeytinburnû ya Stenbolê hevdîtina gel pêk anî. Hevseroka HDP'ê ya Giştî Pervîn Bûldan û gelek rêveberên navçe û bajêr beşdar bûn. Berî hevdîtinê gelê ku li cihê hevdîtinê kom bûbûn tevî stranan govend gerandin. Zarok û jin bûn xemla qadê. Li qada hevdîtinê dirûşmên "Em serî hildin û bi ser bikevin","Leyla Guven rûmeta me ye" hatin berzkirin.    Namzetên Hevserokatiyê yên Şaredariya Zeytinbûrnûyê û endamên meclîsa şaredariyê gel slav kir û hevdîtinê dest pê kir. Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengiz Çiçek axaftinek kurt kir û got:"Stenbola ku parsel bi parsel firotine em ê rizgar bikin. Li hêviya me be Stenbol em tên."   Piştre bi tilîlî û çepikan Pervînê axivî. Pervînê got:"Ya ku lîstikên îktidarê têk dibe tenê HDP ye. Loma HDP'ê hedef digirin. Tenê heqaret û derewan li HDP'ê dikin. Wekî din karê wan tune ye. Em dikevin xewnên wan û em dibin kabûsa wan. Li Stenbola ku xizanî, bêkarî heye tenê HDP'ê hedef digirin. Dibêjin HDP û yên serê HDP'ê terorîst e. Ew dibêjin qey bi van gotinan dê gel ji HDP'ê bitirse û biçin gel wan. 6 milyon û hîn zêde kes ji we û gotinê we natirsin. HDP her ku diçe zêde dibe. Li cihê ku HDP hebe ewlehî û aramî heye."    'Kesên Gelê Kurd hedef digirin ew ê li dû xwe nenêrin û biçin'   Pervînê wiha dewam kir:"Ji 300 kesî zêdetir girtî niha di greva birçîbûnê de ne. Di pêvajoyek di vî rengî de em ê biçin hilbijartinê. Ji bo demokrasî û aştî bi ser bikeve bila herkes destên xwe dînin ser wicdanê xwe û biçin ser sindoqan. Dê gelên li Tirkiyeyê dijîn êdî rê nedin faşîzmê. Dê bersivê bidin qayyiman û serê qayiman. Kesên Gelê Kurd hedef digirin ew ê li dû xwe nenêrin û biçin."   Piştî axaftinê Pervînê tevî konvoyê derbasî Navçeya Gaziosmanpaşa bû.