Fîgen Yuksekdag: Berxwedana di pêşengiya jinan de berxwedana azadiyê ye 2019-03-08 13:12:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag got; "Tenê jiyana Leyla Guven û berxwedêrên din ên azadiyê ne di xeterê de ye jiyana tevahiya Tirkiyeyê di xeterê de ye."   Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, bi nameya ku ji Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar yek a Kandrayê şand pirsên Rojnameya  Gazete Karinca bersivandin.  Fîgen diyar kir ku ji ber tudniya li Tirkiyeyê jin dijî her yek ji van jina di girtîgeheke cuda de ye û wiha berdewam kir: "Em ê jî bi dengê xwe yê ku li dîwêr dide û olan dide 8'ê Adarê silav bikin."   'Li gel hemû neyîniyan li her derê jiyan berdewam e'   Fîgen diyar kir ku ew di serdemeke ku tê xwestin jin ji civak, jiyan û siyasetê bên paqijkirin re derbas dibin û wiha berdewam kir: "Tundiya li dijî jinê di salên dawîn de bi koalîsyona AKP - MHP'ê ku şerê qirêj gur dike re û bi siyaseta cudakariyê û  şer re mezin dibe û belav dibe.  Di serdema ku tundiya mêr û dewletê bi hev re berdewam dike jin serdemeke tarî dijî."    'Leyla Guven gavek dîrokî avêt'   Fîgen bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ku ji aliyê Leyla Guven ve li dijî tecrîdê hat destpêkirin û di serî de li girtîgehan û li her derê belav û ev tişt got: "Leyla Guven ji bo ku rêya şatiyê li Tirkiyeyê bê vekirin û dest ji polîtîkayên mirinê bê gerîn gaveke pêşeng a dîrokî avêt. Leyla Guven tişta ku kesên serdest ên li paldankên xwe rûniştîn ji bo ku îktîdara xwe berdewam bikin gelan bi hev diin qirkirin nikarin bikin kir. Leyla ji bo tecrîda ku dibe sedema qirkirin û înkarê bê rakirin jiyana xwe danî holê û berpirsiyarî girt. Bi piştevaniya jinan, ya li girtîgehan û ya hemû deverên cîhanê re çalakiya Leylayê veguherî çalakiya girseyî."   Tenê ne jiyana Leylayê ya Tirkiyeyê jî di xeterê de ye'   Fîgen di axaftina xwe de diyar kir ku tenê ne jiyana Leyla Guven û kesên din ên di grevê de jinana Tirkiyeyê di xeterê de ye û wiha dirêjî da xaftina xwe: "Heta ku tecrîda li îmraliyê neyê rakirin, rêya aştiyê neyê vekirin û polîtîkayên înkarkirina gelê kurd neyên bidawîkirin li Tirkiyeyê ne krîz,, girtin û ne jî kuştin nayê bidawîkirin. Berxwedana jinan ku Leyla Guven jê re pêşengtiyê dike ji bo Tirkiyeyek aram e."   'Hêvî, berxwdan, raperîn...'   Fîgen greva birçîbûnê ya li girtîgehan jî bi bîr xist û ev tişt got: "Li girtîgeha Kandrayê jî greva bê dem û ne dorveger bi tevlibûnên nû berdewam dike.  Di nav çalakgeran de Selma Irmak û Sebahat Tuncel jî hene. Em bi Sebahatê re di heman qawîşê de ne. Dema ku min ev nivîs ji we re dinivîsand çalakî di roja 49'emîn de bû. Hişê wê jî li ser Leyla û çalakgerên din bû.  Ez silavên wê û Selma Irmak û hemû çalakgerên din ên jin ku li vir in dişînim."   Peyama Fîgenê ya 8'ê Adarê   Fîgen di dawiya nivîsa xwe de ji bo jinan ev peyam da: "Ez ji bo hemû jinan bi coşa 8'ê Adarê jiyanek xweş daxwaz dikim û 8'ê Adara hemû jinên li cîhanê pîroz dikimn. Heviya min a ku ezê bihara jinê bijîm qet têk naçe."