Namzeta HDP’ê Sîbel Genç: Em Deşta Muşê ji nû ve zindî bikin 2019-03-06 09:50:30   MÛŞ - Namzeta Hevşaredariya HDP’ê ya Muşê Sîbel Genç diyar kir ku ew xwe amade dike ku projeyên girîng ên derbarê turîzm, çand û sewalkariyê de bikin meriyetê û got heta niha şaredariya AKP’ê tu pirsgirêka gel çareser nekiriye.   Namzeta Hevşaredariya HDP’ê ya Muşê Sîbel Genç, destnîşan kir ku ew dixwaze projeyên ku Muşê pêş dixîne bike meriyetê. Sîbela ku li Mûşê hatiye dinê û mezin bûye, li bajarên cuda perwerdeya xwe temam kiriye, mamosteya fîzîkê bû lê bi KHK’ê hat îxrackirin. Di heman demê de di hilbijartinên herêmî de jî ji HDP’ê ya Manîsayê bû namzet. Sîbelê derbarê namzetiya xwe de axivî.   Sîbelê diyar kir ku li Mûşê hewcedarî bi guherîn û veguhestinê heye û got: “ Gelê me jî dibêje divê guherîn li Mûşê çê bibe. Me wek HDP heta niha li Mûşê şaredarî negirtiye. Her tim destê partiyên desthilatdariyê de bû. Xebatên binesaziyê wek tiştekî awarte pêşkêşî gel kirine. Tu xebat derbarê aştiya civakî û pirsgirêkên civakî de nehatine kirin. Tevî zehmetiyên aborî tiştek nehatiye kirin. Mûş her tim cuda hatiye dîtin. Lê em ê ji nû ve zindî bikin.”   ‘Li Deşta Muşê xizanî heye’   Sîbelê di berdewamiyê de daxuyakirin ku Mûş tevî ku xwedî deşteke mezin e di rêza xizaniyê ya Tirkiyeyê de di rêza ewil de cih digire û got: “Xizaniya li vir mirovan difikirîne. Şaredariya Mûşê her tim xizanî ligel ferz kir. Li dijî van projeyên min hene. Em ê bi rêbazên zanistî yên çandinî û sewalkariyê qadan vebikin. Em ê panel û semîneran pêk bînin. Armanca me ev e em aboriya bajar zindî bikin. Em ê xwezayê ji nû ve kîfş bikin.”   Sîbelê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser pirsgirêkên xizanî, çandî û civakî yên Mûşê û destnîşan kir ku wê bi hev re bibin hêza çareseriyê û got: “ Em ê li bajarê xwe hesta aydiyetê pêk bînin. Em ê qezenc bikin û gelê me wê qezenc bike. Mûş ya me ye.”