HDP çû serdana bazarê: Çandinî tune kirin û qad beton kirin 2019-03-05 13:20:43   MALATYA - HDP xebatên xwe yên ku bi armanca hilbijartinê dane destpêkirin berdewam dike, HDP'yiyên ku di vê çarçoveyê de serdanên xwe didomînin, dibêjin ku çareseriya krîza heyî HDP ye.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Meletyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdanên xwe yên esnaf û gel berdewam dike.  Namzedên HDP'ê yên hevşaredariya Meletyê  Yusuf Bozkuş û partîzanên pê re, ser kolana Emeksiz, Yeşîlyurtê li taxa Paşakoşuyê û li bazara Duşemê serdana esnafan kirin.    Yusuf di serdanê de axivî û wiha got: "Em welatî û kekaran fam dikin. Gel hikumeteke ku karibe pirsgirêkan çareser bike nabîne. Gel bi rastî jî xizan bûye û nema dikare dan û stendinê bike. Daristanên çandiniyê qedandin û bajar kirin qadên ji betonê. Ji ber vê em ê ji gelê xwe re vebêjin ku HDP dikare bi şaredariyên xwe çi bike."    Serdana esnafan berdewam dike û gel eleqyek mezin nîşanî van serdanan dide.