Li Çermûgê namzeta bi rêgezên xwe pêşdarazan dişkîne 2019-03-02 09:12:57   Berîtan Canozer   AMED - Namzeta hevşaredariya Çermûgê ya HDP’ê Makbule Çakin ji bo di xebatên siyasî de cih negire di 15 salî de tê zewicandin lê li dijî pergala feodal a heyî şûnde gav neavêt. Makbuleyê diyar kir ku hedefa wê ev e ku pergala feodal a mêr a li wir hilweşîne û Çermûgê ji bo jinan xweştir bike.   Namzeta Hevşaredariya Çermûgê ya HDP’ê Makbule Çakin, ji bo pergala eşîrê ya li navçeyê serdest e bişkîne bû namzet. Makbule ya xebatên xwe dimeşîne û ji gel piştgiriyek mezin dibîne, çîroka wê jî gelek balkêş e. Makbule di 1969’an de li Erganî ya Amedê tê dinê û hîna 5 salî bûye ji malbatê tê girtin û didin cem dapîra wê. Makbule tevî ku li heman navçeyê dijî bi salan malbata xwe nabîne û dibistana navîn û lîseyê li Erganiyê dixwîne. Makbuleyê di salên xwendekariyê de têkoşîn nas kir û bi pirtûkên xwend hem xwe pêş xist hem der barê dîroka Kurd de agahî girt. Makbule di 15 salî de tevlî çalakiyên greva birçîbûnê dibe û ji bo tevlî xebatên siyasî nebe dapîra wê dibêje ‘Tu keç e, ez ditirsim ku bi te tiştek bibe’ û bi mêrekî ku qet nas nake re dide zewicandin.   Bi rêgezên xwe pêşdaraz şikand   Makbule piştî dizewice li Çermûgê bi cih dibe û li vir jî tevlî xebatan dibe. Makbule tevî hemû sazbûna feodal û eşîrê ji xebatan dûr nakeve û demek dirêj tenê xebatên jinan dimeşîne. Makbule di vê navberê de rastî tehdîd û zextên dewletê tê, di navbera 2005-2006’an de rêveberiya partiyê dike, yekem seroka partiyê ya navçeyê dike û yekem endama meclîsa jinê ye. Niha li Çermûgê ji HDP’ê namzet e.   Bi pirtûkên xwend dest bi têkoşînê kir…   Makbule diyar dike ku di 5 salî de malbata wê ew daye dapîra wê û got: “Dapîra min ez girtime û birime cem xwe. Ez li cem dê, bav û xwişk û birayên xwe nejiyam. Min di 14 saliya xwe de bi xwendina pirtûkan têkoşîn nas kir. Ji malbata min kesên di girtîgehê de, kesê di têkoşînê de hebûn. Di salên lîseyê de min di xebatan de cih girt.Ez tevlî grevên birçîbûnê yên 10 rojan yên li Erganiyê bûm. Piştî çalakiyan ez vegeriyam malê û ez hînbûm ku bi mêrekî ku nas nakim re hatime zewicandin. Ez çûm malê xalê min derî vekir. Keniya û got dayika min tu zewicandiye. Min got belkî henekan dike. Dapîra min got min tu zewicandiye. Dapîra min welatparêz bû lê xebatên wê tune bûn. Ji bo min ji xebatan dûr bixe tiştek wisa kir.”   Têkoşîna li dijî zextên mêr û dewletê   Makbuleyê her wiha daxuyakirin ku hem li dijî zextên dewletê hem li dijî zextên mêr têkoşîn daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevjîn û malbata wî tu car ez ji xebatan nekirim. Hevjînê min jî diçû xebatan û dihat. Ji ber vê min zehmetî nekişand. Li Çermûgê yekane jina xebat dimeşand ez bûm. Ez tenê diçûm Amedê. Lê yên navçeyê ji vê ne reheret bûn. Diçûn cem xezurê min û tehdîd dikirin. Lê xezûrê min got ez li pişta wê me. Li navçeyê yekem seroka partiyê ya jin ez bûm. Yekem namzeta meclîsa jinê jî ez bûm. Ez netirsiyam. Ez li nexweşxanê xebitîm, ji kar hatim avêtin, di TEDAŞ’ê de xebitîm, derxistin, ez vê carê di DÎSK’ê de xebitîm dîsa ez derxistin. Ji bo ji navçeyê biçim her tişt kirin. Niha ez namzeta hevşaredariyê me. Li gorî berê niha çend jinên din di nava xebatan de ne. Hedefa min ev e ku ez pergala feodal ya li navçeyê hilweşînim. Ez bawer dikim, em ê bi ser kevin. Bi vê baweriyê em ê bigihêjin armanca xwe û di 31’ê Adarê de bi ser kevin.”