Meclîsa Jinan bi vekirina buroya hilbijartinê ya jinan starta 8’ê Adarê da 2019-03-01 16:53:21   MÊRDÎN - Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê, di çarçoveya 8’ê Adarê de li navçeya Nisêbînê buroya hilbijartinê ya jinan vekir û starta 8’ê Adarê da. Pero Dundar a ku di vekirina buroyaê de axivî diyar kir ku îro têkoşîneke ji aliyê Leyla Guven ve hatiye destpêkirin  û ev tişt got: “Divê em xwedî van çalakiyan derbikevin.”   Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê, di çarçoveya xebatên  8’ê Adarê  Roja Jinan a Cîhanê de li navçeya Nisêbînê buroya hilbijartinê ya jinan vekir û starta 8’ê Adarê da. Parlementerên HDP’ê yên Mêrdînê Ebru Gunay û Pero Dundar, namzetên hevşaredarên jin ên navçeyan,rêvebirên jin ên HDP û DBP’ê, Dayikên Aştiyê û gelek jin tevlî vekirina büroya hilbijartinê bûn.   Jinan astengiya polîsan nas nekir   Jinên ku kincên xwe yên kurdî li xwe kiribûn li avahiya HDP’ê hatin gel hev û heta buroya hilbijartinê ya li taxa Sakaryayê meşiyan. Jinan di meşê de bi tililî û bi çepikan meşiyan û dirûşmên “Bijî HDP”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Leyla”, “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Leyla rûmeta me ye” berz kirin. Polîsan asteng kirin ku jin dirûşmeyan berz bikin. Lê jinan astengiya polîsan nas nekir, dirûşmeyên xwe berz kirin û heta buroya hilbijartinê meşiyan. Jinên ku heta buroya hilbijartinê meşiyan jinên li derdorê bi çepik û tililiyan piştgirî dan wan. Jinên ku gihîştin ber buroya hilbijartinê bi coşekên mezin hatin pêşwazîkirin. Beriya vekirina buroya hilbijartinê axaftin hatin kirin. Beriya axaftinan deqeyekê rêz ji bo kesên jiyana xwe dest dane hat girtin. Di serî de Namzeta hevşaredariyê ya Nisêbînê Semîre Nergîz axaftin kir.   ‘8’ê Adarê li dijî şer, xizanî û kedxwariyê daxwaza azadiyê ye’   Semîre, da zanîn ku dîroka 8’ê Adarê hemû jin gelek baş dizanin û got ku ger îro jin hatiye vê merheleyê ne bi xwe hatiye û ev tişt got: “Xebat û tevgera jinan gelek girînge. Dîroka 8’ê Adarê digihîje heta sala 1857’an. Wê demê 40 hezar kedkar li cihê ku dixebitîn ji bo mafê xwe bistînin û mafên wan wekhev be grevek dabûn destpêkirin. Dewletê wê demê dora wan pêça û derî li ser wan girtibû. Li wir ji ber agirê ku derket 123 jin hatin şewitandin. Clara Zetgîn jî ev bûyer aniye ziman ky gotiye ku 8’ê Adarê bibe hem bîranîna jinan ve û hem jî cejna jinan be. Em 8’ê Adarê îro li we hemû jinan pîroz dikin. Em dibêjin 8’ê Adarê li dijî şer, xizanî û kedxwarinê de xwesteka azadiyê ye.  8’ê Adarê xwesteka Leylayê ye ku ev 114 rojin di greva birçûbûnê de ye. Leyla li dijî dewleta ku dixwaze qanûnên xwe pêk bîne greva birçîbûnê de ye dixwaze tecrîd bê rakirin. Di pêşerojê de em ê bi hev re bi ser kevin, em dibêjin ne şer aştî.”   ‘Em êdî naxwazin ku ji çavên dayikan hêstir bibarin'   Piştre Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Nisêbînê Pêrihan Altug axaftinek kurt kir. Pêrihan, 8’ê Adarê li hemû jinên cihanê pîroz kir û hêvî kir ku 8’ê Adarê bibe roja aştî, wekhevî û edaletê û ev tişt got: “Em êdî naxwazin ku ji çavên dayikan hêstir  bibarin.”   ‘Em ê bi têkoşîna jinan û dayikan bi ser kevin’   Piştre, Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar mafê axaftinê girt. Pero,di destpêka axaftina xwe de got ku wan xwestiye ku starta 8’ê Adarê li Nisêbînê bidin û da zanîn ku sedema wê jî ew e ku jin rengê xwe ji Nisêbînê digire. Pero, got ku sedema çalakiya wan a ku îro buroya hilbijartinê vedikin ew e ku li ser navê jinan di çalakiyê de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serdema vê salê Birêz Leyla Guven da destpê kirin. Çalakiya berxwedanê îro li hemû girtîgehan dest pê kiriye. Îro li 81 girtîgehan giritiyên azadiyê dest bi greva birçîbûnê kirine. Em jin dibêjin ku îro li qadan em jî di greve de ne. Me jinan biryara şer neda. Jinan biryara aştî û wekheviyê da. Dê têkoşîna jinê bi ser keve. Bêdengbûn ji bo me mirin e. Em ê bi têkoşîna jinan û dayikan bi ser kevin. Dema em her roj deng derbixin em ê mirinê têk bibin. Li girtîgehan îro berxwedana ku dest pê kiriye ji ber bêdengiya me ye. Ev jî ji bo me rexneyeke."   Pero di berdewamiya axaftina xwe de got ku  hemû kes dikare li her qadê têkoşînê bide û wiha berdewam kir: " Me mînaka Nisêbîn, Cizîr û Surê ji bîr nekir. Beriya ku Mehmet Tunç wan bên kuştin em dikaribû ew xilas bikira û Mehmet Tunç gotibû ku piştî em mirin bila tu kes poşman nebe. îro li girtîgehan berxwedanek heye û daxwazên wan hene. Berî ku em poşman bibin deng bidin dengê wan. xwesteka wan jî şikandina tecrîdê ye. îro tecrîd li ser hemû gelan heye. Ev tecrîd ne bitenê li ser Birêz Ocalan tê meşandin. Mafê her kesî çiye mafê birêz Ocalan jî ew e. îktîdarê bi girankirina tecrîdê xwest ku şer kur bike. Divê hemu kes xwedî grevên birçîbûnê derbikeve. Ev çalaki çalakiya rumetê ye. berxwedan çiqasî mezin bibe dê bêrûmetî têk biçe. Ev çalaki şerma dewletê ye.”   ‘Em ê biryara xwe di 31’ê Adarê de nîşanî wan bidin’   Poro, da zanîn ku di adarê de  8’ê Adarê berxwedan, Newroz û hilbijartin li pêşiya wan heye û wiha domand: “Ev êrîşên ku tên kirin têkçûna îktîdaer nîşan didin. Li tu welatî faşîzm bi ser neketiye, Erdogan û Baxçelî jî bi ser nakevin. Em ê biryara xwe di 31’ê Adarê de nîşanî wan bidin. 1’ê Nîsanê dê bibe çûyîna faşîzma Erdogan û Bahçelî. Em ê ji vê rojê şûnde denge xwe bilind bikin û têkoşînek mezin bidin destpêkirin.”   Piştî axaftinan jinan bi govend û birîna qurdeleya  buroya hilbijartinê ya jinan bername bi dawî kir.