Gelê Cizîrê Pervîn bûldan bi rûgeşî pêşwazî kir 2019-03-01 16:30:47   ŞIRNEX - Hevseroka HDP'ê û HDP'yiyên ku ji Cizîrê ve dest bi mîtîngên xwe kirin li navçeyê bi konvoyê geriyan û gel silav kirin.  Gelê Cizîrê HDP'yî bi rûgeşî û dilgermiya xwe pêşwazî kirin.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên 31'ê Adarê yên rêveberiyên herêmî de, starta çalakiyên xwe yên ku wê mehekê berdewam bikin îro li Cizîrê da û mîtîng li dar xist. Di hevdîtina gel a bi tevlibûna Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan de coş û kêfxweşiya gel bû mijara balkêşiyê.    'Em ê bi ser kevin'   Berî hevdîtinê, HDP’î, çûn taxên Cûdî, Nûr û Sûrê, gel dawetî vekirina buroyê kirin. Jinên Cizîrê yên amadekariyên hevdîtina gel dikirin, kelecaniyek mezin bi wan re hebû. Jinên cil û bergên herêma Botanê li xwe kirin, bi berzkirina tilîliyan hatin ber buroya hilbijartinê. Dayîkekê ku bi zaroka xwe re nişane serkeftinê ji konvoyê re dikir, ji jinan re got, “Emê bi ser bikevin.” Pîr û kalên bi zorê dimeşiyan, bi gopalên xwe HDP’ê silav kirin.    Ji bo vekirin buroyê, bi sedan welatiyên li ber avahiya partiyê kom bûn, bi alên HDP’ê yên di destên xwe de, heya buroyê meşiyan. Zarokên ku alên HDP’ê yên di destên wan de, bi navber dirûşmeyên “Bi berxwedanê emê qezenc bikin” berz kirin.    HDP'yî li bajêr geriyan   HDP’iyên yekemîn mîtînga hilbijartinê li Cizîr pêk anîn, bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Hevseroka KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan, Parlementerê HDP’ê Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş, Huseyîn Kaçmaz, Namzetên Hevşaredariya Cizîrê Berîvan Kûtlû û Mehmet Zirig û şandeya bi wan re bi otobusa hilbijartinê li bajêr tûr avêt.    Pervîn û HDP’iyên gel silav kirin, ji taxa Konak, dest pêkirin û heya taxa Nûr a buroya hilbijartinê lê hat vekirin, tûr avêtin. Otobusa HDP’ê ya gehişt navenda navçeyê bi berzkirina dirûşmeyan û lêxistina çepikan hat pêşwazî kirin. Di dema tûrê de ciwanan kenê li ser rûyên xwe ji HDP’iyan re şandin, ji karkerên înşaetê bigirin heya jinan, ji ajokaran bigirin heya pîr, kal û zarokan otobûsa Pervîn Buldan silav kirin û nîşaneya serkeftinê li ba kirin.    Pervîn û heyta pê re  bi dirûşim û çepikan hat pêşwazîkirin.   Vekirina Buroyê wê piştî axaftinan bê kirin.