Li Zeytînkoyê namzeta keyatiyê ya jin 2019-03-01 09:16:26   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Li Zeytînkoy yekem namzeta jin a keyatiyê Gullu Karadag li dijî siyaseta reşkirinê ya mêr û polîtîkayên zextê gundekî nû xeyal dike. Yên herî zêde piştgiriyê didin Gullu jî hevalên wê yên namzetên azatiyê ne.   Namzeta keyatiyê ya taxa Zeytînkoy a Selçuk ya Îzmîrê Gullu Karadagiyar kir ku di vê pêvajoyê de wek jin xwe didin nasîn, projeyên xwe vedibêjin û got li dijî îradeya hemû kesî rêzdar in.    Li Zeytînkoy ku xwedî bingeheke kozmopolît e, Yoruk, Kurdên di 1960’ê de ji Erzînganê koç kirine, koçberên Yugoslavya û Lazên ji Behrareş hatine, dijîn. Ligel Gullu 5 namzetên azatiyê yên jin jî hene. Gullu wiha dibêje: "Em ne ji bo kesên li kahweyan rûdinin, em ê ji bo keda jinên nayê dîtin, ji bo ciwanên betal û zarokan bixebitin. Hemû welatên pêşketî bi pratîka jinan pêş ketine. Ji ber vê em dixwazin jin bên hilbijartin. Projeyên me zêde ne. Em ê ji bo hemû gundî xizmetê bikin. "   ‘Ji bo zarokan wê xwarin û xizmeta serwîsê bê dayîn’   Gullu bi lêv kir ku zarokên gund ji bo dibistanê diçin gundê Efesê û gelek zehmetiyan dikşînin û ev tişt bi lêv kir: “Em ê hewl bidin ji bo zarokên seranserê rojê li dibistanê dimînin xwarin û serwîs bê derxistin. Di nav projeyên me de mala rehabîlîtasyona ji bo astengdaran û her wiha mala çand huner, tenduristî û alîkariyê jî heye. Li gund 8 mêr namzet in. Projeyên yekî der barê jin û zarokan de tune ye. Dema em li gund digerin jin gelek kêfxweş dibin. Bi taybet piştgiriyê didin jinan.”   ‘Zext û polîtîkaya reşkirinê çanda mêr e’   Gonul Akbaba jî daxuyakirin ku ji bo jin zêdetir bê dîtin bûye namzet û got: “Di hilbijartinan de ya herî girîng ev e ku gel îradeya xwe dane holê. Dema projeya me dîtin, dijberan xwest Gullu tenê bihêlin. Lê me li hember wan li cem Gullu cih girt. Zext û polîtîka reşkirinê çanda mêr e. Dema jin me dibînin ji me hêzê digirin.”