Pervin Buldan: Dê dewletê li Mutabakata Dolmabahçeyê vegere 2019-02-28 11:47:33   ENQERE - Hevseroka HDP'ê ya Giştî Pervîn Bûldan derbarê Mutabakata Dolmabahçeyê de daxuyanî da û got:"Dê herî dawî ev dewlet li mutabakata dolmabahçeyê vegere."   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Giştî Pervîn Bûldan derbarê Mutabakata Dolmabahçeyê ya di 28'ê Sibata 2015'an de daxuyanî da.   Pervînê di daxuyaniyê de anî ziman ku Mutabakata Dolmabahçeyê ji bo demokrasiyê û aştiyek mayin de fersendek bû û got:"Di 28'ê Sibata 2015'an de tevî min heyeta îmraliyê û heyeta dewletê mutabakatek ava kirin. Di vê mutabakatê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan 10 madde hebû. Dema Erdogan mutabakata dolmabahçeye daxuyand gotibû ku 'Ev bangek bi hesret ez li hêviyê bûm'. Piştre Erdogan û hêzên kûr bi hev re mutabakat bi dawî kirin. Bidawîkirina mutabakatê tecrîd xistin dewrê. Piştre alozî kûr bû.  Qayyim tayinî ser 96 şaredariyên me kirin."     Pervînê wiha got:"Ji bo demokrasî neyê avakirin hêviya çareserî û aştiyê dixwazin tune bikin. Dizanin ku dema demokrasî bi ser bikeve ew ê îktidara wan têk biçe. Bila gelê me yên ku di bin ferzkirinên rejîma qesrê de tên çewisandin, ev tarî dê  dewam neke. Dê elbest dawiya vê tariyê ronî be û dewletê dîsa mecbûr bimîne ku li vê mutabakarê vegere. "