Serpîl Kemalbay: Êrîşa li hember HDP’ê nîşaneya bêçaretiyê ye 2019-02-21 09:22:45   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Serpîl Kemalbay a HDP’î diyar kir ku di bin êrîşên tifaqa AKP-MHP yên li hemberî parlamenterên HDP’ê de sûcdarî û bêçaretî heye û wiha got: “Dizanin ku di pêngavek biçûk de wê têk biçin. Ji ber hesabê sûcên li hemberî gel êdî nayê kirin. Dizanin wê hesabê vê bê pirsîn. Bi van fikaran bi hemû derfetên dewletê dixwazin HDP’ê bê bandor bihêlin.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan didomin. Çalakiya Leyla Guven ket roja 106’emîn. Bi tevlîbûna hevserok û parlamenteran HDP’ê mîtîng pêk anî. Di roja 100’ê çalakiya Leylayê de li Amedê meş pêk hat, li Stenbolê meş pêk hat.    Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay diyar kir ku hewl tê dayîn ku HDP bê krîmînalîzekirin û ev tişt got:"HDP li dijî zext û şîdeta bilind dibe, ji bo aştî û demokrasiya Tirkiyeyê berpirsyariya xwe tîne cih. Ev hewldana têkoşînê jî aliyê hember bê moral dike. Gotinên wezîrê karê hundir û serokomar jî derket holê. Tu tiştekî ku desthilatdarî bide gel nemaye."   ’Dixwazin krîz û daxwazên aştiyê manîpule bikin’   Serpîlê di berdewamiyê de bi lêv kir ku li dijî HDP’ê polîtîkayên şer tên derxistin û ev 3 sale HDP li ser piyan e, tevî hemû girtin û binçavkirinan, HDP’ê xwe xurtir kir û got: “Îktîdar êdî têk çûye, tiştekî bide vî gelî tune ye. Êrîşên li hember parlamenter Salîha Aydenîz û Pero Dundar jî vê nîşan dide. Ev tê vê wateyê ku nizanin em ji bo demokrasiyê çi didin ber çav. Îro Leyla Guven di greva birçîbûnê de demsalek li pey xwe hişt. Dixwazin vê çalakiyê bişkînin.”   ‘Sûcên li dijî gel nayên hesabkirin’   Serpîlê daxuyakirin ku qadên piştevanî û têkoşînê nemane, pêşiya siyaseta demokratîk tê girtin û ji ber vê jî grevên birçîbûnê belav dibin. Serpîlê destnîşan kir ku sûcên li dijî gel tên kirin jî êdî nayê hesabkirin û got tifaqa AKP-MHP’ê ji bo xwe heyî bike dijminan zêde dike.