Xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bê navber didomin 2019-02-20 12:13:26   RIHA - Namzetên hevşaredariyê yên HDP'ê derî bi derî digerin û xebatên hilbijartinê bê navber didomînin. Endamên Navçeya Girê Sor a Rihayê komeleyên Hayrat Der û Med Zehra ziyaret kirin û piştgirî xwestin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Rihayê lez dan xebatên hilbijartinê. Namzetên Hevşaredariya Girê Sor Emine Çetin û Turan Tuysuz bi eleqeyek  mezin a gel rû bi rû man. Namzetan fikrên xwe yên derbarê bajêr de bi gel re parve kirin.    Namzetan serdana Rêxistinên Civakî yên Sîvîl ên navenda navçeyê kirin. Namzetên Hevşaredariyê Emine Çetin û Turan Tuysuz Komeleya Hayrat Der û Med Zehra ziyaret kirin û ji bo rêvebirinek hevpar alîkarî xwestin.    Serdana piştgiriyê jî ji bo HDP'ê tê kirin. Komek ji Însiyatîfa Ciwanên Akîl ên Girê Sor serdana HDP'ê ya Navçeya Girê Sor kir.