Namzeta Bedlîsê Zekiye Îlbasan: Em ê bi gel re Bedlîsek nû biafirînin 2019-02-20 09:28:47   BEDLÎS - Namzeta HDP’ê ya Hevşaredariya Bedlîsê Zekiye Îlbasan diyar kir ku piştî qeyûm tayînî şaredariya Bedlîsê hatiye kirin ji bo gel tu xizmet nehatiye kirin û got wê ew bi gel re projeyên girîng bikin meriyetê. Zekiyeyê bi lêv kir ku wê bi gelê Bedlîsê re ji bin gelek pirsgirêkan rabin.   Namzeta HDP’ê ya Bedlîsê Zekiye Îlbasan bi projeyên girîng diçe hilbijartinê. Zekiye ji Bedlîsê ye û nêzî 10 sal e di siyasetê de cih digire. Zekiye diyar dike ku êdî dema ku şaredarî ji qeyûman bê girtin hatiye.   Zekiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ji ber dewletê îrade û pergala wan qebûl nekiriye qeyûm tayîn kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez li dijî van polîtîkayan di HDP’ê de bûm namzet. Îradeya gel hatiye xespkirin lê wê di 31’ê Adarê de gel dîsa şaredariya xwe bigire. Em ê xwedî li îradeya xwe derkevin.”   ‘Bedlîs bajarekî wêran bûye’   Piştî qeyûm hat tayînkirin şûnde li bajar tu xebat nehatiye meşandin û bajar bûye wek kavil. Li bajar rê jî nehatine çêkirin, pirsgirêka kanalîzasyonê jî yek ji pirsgirêkên sereke ye. Di serî de esnaf, her kes vê rewşê gilî dike. Namzeta HDP’ê Zekiye diyar dike ku ew bi projeyên girîng tê û got Bedlîs bajarekî dîrokî ye û ji bo zirarê nebîne wê xebatan bimeşînin.   Zekiyeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ewil wê şaredariyê ji qeyûm bigirin, piştre di esasa kêmasiyên bajar de projeyan amade bikin û wiha dawî lê anî: “Yek ji pirsgirêkên sereke yên Bedlîsê betalî ye. Ev herêm bi sewalkariyê debara xwe dike. Lê polîtîkayên dewletê li vir sewalkarî qedand. Gel bi krîz û betaliyê re têdikoşe. Em ê bi hev re van pirsgirêkan çareser bikin. Em ê bi gel re bajarekî nû biafirînin.”