‘Encamnameya jinê bû bersiva polîtîkayên dijminê jinê’ 2019-02-20 09:17:19   WAN - Jinên HDP’ê ‘Encamnameya Jinê’ ya ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê hatiye amadekirin nirxandin û gotin: “AKP’ê xwest bi xespkirina qeyûm destkeftiyên jinan tune bike, lê em ê jiyanek di bin esasa pêşengiya jinê de her tim bihonin. Ne qeyûm ne jî wezareta karê hundir wê pêşî li hedefên me negire.”   HDP’ê di 10’ê sibatê de li Amedê, beriya hilbijartinên 31’ê Adarê xebatên xwe yên bi pêşengiya jinan dimeşîne, bi ‘encamnameya hilbijartinê ya jinê’ aşkera kir. Namzeta Hevşaredariya HDP’ê ya Artemît a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku ew bi encanameya jinê ji polîtîkayên ku jinan tune dikin re bûne bersiv. Gulcanê da zanîn ku wê jin nûneriya wekhev ûdi bin esasa pêşengiya jinê de bihonin. Gulcanê destnîşan kir ku desthilatdariya AKP’ê ya 17 salan di 3 salên xwe yên dawî de mînakên herî serdest û zîhniyeta mêr jiyaye û wiha pê de çû: “Bi taybet li herêman bi polîtîkayên zextê yên qeyûman ev zelaltir daye hîskirin û em şahidê vê ne. Zîhniyeta serdest di qadê de mudaxaleyê jinê kiriye û di qeyûman jî destkeftiyên jinan xesp kirine.”   ‘Em serkeftî ne, em ê bi ser bikevin’   Gulcanê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku DBP’ê di hilbijartinên 2014’an de li dijî zîhniyeta desthilatdar a mêr bi nûneriya wekhev serkeftinek mezin bi dest xistiye û wiha dawî lê anî: “DBP’ê di hemû yekîneyan de wekhevî esas girt. Ji yekîneyên zabiteyê bigirin heta namzetên jiyanê yên jinan hemû midûriyetan wekhevî esas girt. Desthilatdariyê jî jiyana di esasa jinê de hedef girt û polîtîkayên qeyûm xist jiyanê. Xwest jiyana bi nêrîna jinê hatiye avakirin xesp bike. Lê em jin dibêjin ku hûn me tune bihesibînin, hûn me derxin derveyê jiyanê jî em ê jiyana li ser esasa jinê ava bikin. Di vê esasê de me encamnameya jinê ya ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê îlan kir. Em xurt in û em ê bi ser bikevin.”   ‘Ev nîşaneya tirsa li hember jinê ye’   Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Erdîşê Yildiz Çetîn jî destnîşan kir ku wê şaredariya di esasa jinê de bi HDP’ê re ketiye jiyanê bimeşînin û balkişand ser polîtîkayê dijminê jinê yên qeyûman û he rwiha axaftinên wezîrê karê hundir Suleyman Soylu ku her carê jinê hedef digire.    Yildizê wiha got: “Suleyman Soylu der barê Encamnameya me ya jinê de gotinek qerfî kiribû. Qeyûman çawa destkeftiyên jinan hedef girtin wezîrek jî gotinên xwe didomîne. Ji ber ji jinan ditirsin vî zimanî bi kar tînin.”    Yildizê wiha dawî lê anî: “Em ê bi HDP’ê re li Erdîşê ya herî xweş bidin jiyankirin. Em ê nêrîna jinan li kolanan, qadan meclîsan belav bikin. Nûneriya wekhev ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dibîne. Em nûnerên jin jî wê bi pergala fermuar û nûneriya wekhev xebatên xwe bidomînin. Polîtîkayên zextê wê pêşî li hedefên me yên jiyana azad û wekhev, adîlane negire.”