Pervîn Buldan: Hevalên me ji bo pêşerojê di grevê de ne 2019-02-19 14:24:13   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di civîna koma HDP'ê de bal kişand ser polîtikayên AKP'ê yên tecrîdê û hilbijartinê û diyar kir ku AKP tenê li bekaya xwe difiker û li gorî wê hiş û polîtîkayan pêş dixe. Pervîn, da zanîn ku AKP ji bo bekaya xwe di tecrîdkirinê de israr dike û wiha gt: "Di 31'ê Adarê de 2 rê li pêş we ne. Rêyek diçe tarîtityê, yek diçe ronahiyê. Hûn li trêna AKP'ê siyar bibin hûnê biçin tariyê xizaniyê û nokteyên tanzîmê. Rêya din jî rêya demokrasî, ronahî û azadiyê ye. Em dibêjin li Trêna AKP'ê suyar nebin."      Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di civîna Koma  HDP'ê de bal kişand ser polîtîtîkayên AKP'ê û geşedanên dawî. Pervîn, ewil li ser hilbijartina 31'ê Adarê rawestiya û xwest her kes li dijî polîtîkayên AKP-MHP'ê hişyar be. Pervîn, anî ziman ku di hilbijartina 31'ê Adarê de 2 rê li pêş hilbijêran hene û wiha got: "Em beriya hilbijartina 31'ê Adarê civina koma xwe ya dawî pêk tînin. Em di pêvajoyek pir krîtîk re derbas dibin. Em di duriyanek pir girîng de ne. Li aliyekî rêveberiya tarî û faşîzmê heye, li aliyekî ronahî û pergala rêveberiya demokratîk heye."    'Pêşerojek ronî dixwazin'    Pervîn, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiyên grevê û wiha axivî: "Hevala me Leyla ji bo vê rêya ronî veke bedena xwe ji bo mirinê razandiye. Li Hewlerê Nasir, Li Strasborgê 14  hevalên me û li Kandira Selma û Sebahat bedena xwe ji mirinê re razandine. Ji bo pergala komara demokratîk jiyanek aştiyane û li dijî tecrîdê ketine grevê. Birêz Ocalan tam 20 salin di bin tecrîdê de li Îmraliyê tê girtin.  Ji bo pergala serdest û faşîst biparêzin 20 salin tecrîdê pêk tînin. Ger ku darbe li dijî siyaseta demokratîk û parlemento pêk hatibe sedema wê tecrîd e. Ger ku vîna gel bi destê qeyûman hatibe xespkirin sedema wê israra îktîdara serdest a tecridê ye. Hebûna xwe li ser tecrîdê ava dikin. Her roj ger ku jin li kolanê tên qetilkirin û rastî tacîzê tên sedema vê yekê tecrîd e. Ger ku her roj xwarina li ser siframeya me kêm dibe sedema wê tecrîda aborî ye. Ger ku medya û raman ne azad be sedema wê pergala tecrîdê ye. Mînaka herî dawî jî doza rojnameya cumhuriyetê hat erêkirin. Em vê biryarê red dikin û qebûl nakin. Ger ku bi hezaran xwendekarên zanîngehê betal in û kedkar îxrac dibin sedema wê tecrîd e. Pergala tecrîdê cureyekî rêveberiyê ye. Divê her kes di vê pêvajoyê de hilbijêra xwe bikin. An dê faşîzma ku bi tecrîdê xwe ava dike hilbijêrin. An jî dê pergala demokratîk ku her kes bibe xwedî vîn qebûl bikin."     'Em ê li dijî tecrîdê bibin yek'   Pervîn, da zanîn ku cesareta li dijî tecridê roj bi roj mezin dibe û wiha berdewam kir: "Ji bo em welat ji bin tecrîdê derxin divê em hemû kes destê xwe bidin hev û pergala demokratîk mezin bikin û pêş bixin. Em dê bi hevre vê yekê pêk bînin. Em dê vê yekê bi berxwedana Leyla, Sabahat û Tuncel pêk bînin. Em dê bi cesareta çalakgerên di grevê de pêk bînin. Ev cesaret her roj pêl bi pêl mezin dibe û belav dibe. Em qet û qet li dijî maşîneyên we yên zirxî gavan paşve navêjin. Em tu carî netirsîn. Em hevrêyên Leyla ne. Em mafdar in. Emê tecrîdê bişkînin û bi hevre bi ser bikevin.    'Dema qels dibin êrîş dikin'   Pervîn, bal kişand ser êrîş û tundiya AKP'ê û wiha lê zêde kir: "Her ku mafdariya me dibînin bêtir êrîş dikin. Her ku dibînin di sindoqan de bi ser nakevin bêtir êrîş dikin. Di protestokirina tecrîdê de dora parlamenterên me dorpêç kirin. Hem êrîşî wekîlên me kirin û heta êrîşî zarokan kirin.  Li wanê 3 zarok îşkence kirin, serê wan xistin klozetê û îşkenceya li dijî mirovahiyê îşkence kirin. Li paytext Enqereyê polîsan li ber çavan tacîzî Merve Demîrel kirin. Midûriyeta polîsan li vê tacîza şerma cîhanê xwedî derketin. Vê wêrekiya xwe ji îktîdarê digirin. Niha rewşa ku Tirkiye hatiye ev e. Ev bi destê îktîdarê hatiye vî halî. Yên ku ev tacîz pêk anî, diparêzin û piştgiriyê didin em bi tundî şermezar dikin. Di rojên dawî de bi sedan hevalên me hatin binçavkirin. Bi dehan hevalên me hatin girtin. Heserokê partiya me yê Mêrdînê Alî Sîncar hat girtin. Hevşaredara me ya Agirî, Hevserokê Colemergê hatin girtin. Otobusên me yên hilbijartinê hatin rawestandin. Mêvanên me di ketina Enqereyê de hatin astenkirin. Herî dawî li Antalyayê Cîzre Spor rastî êrîşa nijadperest hat. Ev polîtîkayên dijminantiya kurd e. Ev operasyon hişê êrîşê ye. Ji serdema borî de kurd ji aliyê her îktîdarê ve rastî zilm û zorê tên. Lê em carek din dibêjin gelê kurd li dijî van polîtikayên tundî û êrîşan jî serî natewînin. Îktîdara AKP'ê beriya hilbijartinê dîsa ev êrîş xistine meriyetê. AKP'ê tirs û tundî kiriye stratejiya hilbijartinê. Li hemberî me seferber bûne. Bi şev û roj li kolanan û di televîzyonan de HDP'ê dikin hedef û êrîş dikin. Heqaret, çêr gef û her tiştî li dijî me pêk tînin."    'AKP êrîş dike'   Pervîn, bal kişand ser zimanê AKP'ê yê êrîşê û wiha pêde çû: "Hêj çend roj berê Serokê AKP'ê dibêje bila di hilbijartinê de gef û tundî tune be. Lê çend saet şûnde êrîş kir. Ev ne kampanya hilbijartinê ye. Kampanya terorîzekirinê ye. Bi awayekî fermî sûcê nifrînê dike û rê li pêş provakasyonê dike. Civakan tîne hemberî hev. Em dixwazin demek berî demekê dest ji van hewldanên nifrîn û enîkirina civakan berdin. Ew bi van hewldanan nikarin bi me gavan bidin paşavêtin. Gelê me dê bi awayekî herî  hêz biçin ser sindoqan û encama serkeftî bistînin. Em carek din dibêjin em ji tekoşîna demorasî û aştiyê bernadin. Dîrok jî dê bibe şahid emê bi ser bikevin gelê me dê bi ser bikevin.   'Ji tirsa nava xwe êrîş dikin'    Buldan, bal kişand ser tirsa AKP'ê û wiha pêde çû: "Sedema îktîdarê ku ew qas êrîş dike tirsa windakirinê ye. Her ku HDP'ê dibînin 7'ê Hezîranê tê bîra wan. Ji ber ku naxwazin gel bi ser bikevin û vîna gel li sindoqan neyê dîtin propaganda reş dikin. Tiştekî ku ji gel re bêjin tune ye. Dizî, xizanî sefalet di asta herîe jor de ye. Wekî hilbijartinên berê dixwazin bi tirsê dengan kom bikin. Em li vir dipirsin buhayê fîvaz, kartolan ma HDP'e zêde kiriye. Ma HDP'ê Tirkiye xist çirava Sûreiye, Ma HDP'ê Tirkiye mohtacî IMF'e kir. Her kesî li vî welatî wekî terosîst îlan dikin û bêyî şerm bikin diçin deng ji wan dixwazin. Her tiştî dikin pirsgirêka bekayê. Ger ku pirsgirêkek bekayê hebe ev jî berhemê wê ye. Wê demê divê hûn zû îstîfa bikin. Derdê vana bekaya koltuka wan û pirsgirêka bekaya mutahîdên wan e. Bekaya wezîran e. Bekaya ruşvet û îhaleyan e. Beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê bi xizaniyê gef li gel xwar. Her hilbijartinê krîzê pêş dixin."     'Yên bûn sedema xizaniyê di sindoqande bihêlin'   Pervîn, herî dawî hişyarî kir û wiha bi dawî kir: "Nebêjin negot. Ger ku AKP bi ser bikeve dê enflasyon pir zêde bibe. Xizanî û betalî dê zêde bibe. Receb Beg ê ku gel mohtacî pîvaza hişk kiriye, bê şerm derketiye dibêji 'Ezê wiha bikim wiha bikim. Gel pirçî bûye. Niha jî qala yek milet, beka û qandîlê dikin. Di nêzîk de ger ku bêjin yek îsot, yek pîvaz û yek kartol şaş nebin. Dora fêkî dê sibê bibe dora şekir û rûn.  Em dibêjin yên hûn kirin mahkûmê xizaniye hûn jî wan di sindoqan de defin bikin. Em dibêjin li Trêna AKP-MHP'ê suyar nebin. Hûn li trêna wan suyar bibin hûn dê biçin nava xizanî û nokteyên tanzîmê. Hûn dê biçin nava krîzê.    'Têkçûna AKP'ê wê pêşiya demokrasiyê veke'   Ger ku AKP winda bike, berî her tiştî dê pêşiya demokrasiya radîkal vebe. Ev gel û ev civak û hemû beşên civakê yên demokrasiyê dixwazin her kes dê bi ser bikevin. hemû kesên ji bo xwarinê bibin mal dixebitin ^Fu dikevn dora tanzîmê dê bi ser bikevin. Li kolanan binerin, êdî ruyê mirovan nakenin û her kes bê molar, bê hêvî û xwe bê ewle dibînin. Ji bo mirov bikenin û bi hevî li ruyê hev binerin divê ev îtîfaq winda bike. Ger ku em bi ser bikevin karkerên balafirgeha 3'emîn ên di nava moriyan de radizên dê bi ser bikevin.  Danezana me manîfestoya jiyana azad e. Em dê bajarên xwe bi hemû bawerî, nasname, jin ciwan u rengê welatiyên bajar bi rêve bibin. Em dibêjin bajar û rêveberiyên herêmî yên gel in. Gel dê xwe bi xwe bi rêve bibin. Pêşeroja bajaran dê ne di nava gotina 2 kesan de be. Êdî divê kesek li ser navê hezaran kesan biryarê nede. Divê bajar bi xwe biryara pêşeroja xwe bidin. HDP ji bo ji AKP'ê rizgar bibe rêya demokrat^ki nîşan dide. Ger ku em li pêşeroja xwe zarokên xwe û azadiya xwe dinerin divê em li gorî wê gavan bavêjin.    Yên ku ji 6 milyon kesan de dibêjin terorîst dê winda bikin. Yên ku mirovan mahkûmî dora tanzîmê dikin dê winda bikin. Em dê vê yekê bi hevre bi ser bikevin. Em dê li Ege, Marmara, Karadenîz û li her derê bin. Qers, Mûş Îdîr jî dê yên me bin. Ew qeyûm dê bi koltûkên vala li we vegerin.  HDP li her derê hevî ye. bijartina demokratîk e.  Em di 31'ê Adarê de 7'ê Hezîranê bidin jiyandin.  Em bi şev û roj bixebitin. Em li hemû malan bigerin. Kolan, gund navçe û bajaran bi destê her kesî bigirin. Em li vê vînê xwedî derkevin. Ji bo serlêdana lijneya sindoqan di 23'ê Sibatê de bi dawî dibe. Ji bo lijneya sindoqan serlêdan bikin. 31'ê Adarê dê serkeftina demokrasî û bahara demokrasiyê be. "