Namzetên HDP'ê li Pasûrê hatin gel hevdu 2019-02-19 13:55:26   AMED - Namzetên Hevserokatiyê yen Şaredariyên bajar û navçeyan ên HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Navçeya Pasûrê hatin gel hevdu.    Namzetên şaredariyê yên HDP'ê xebatên xwe yên hilbijartinên herêmî didomînin. Namzetên HDP'ê îro jî çûn Pasûrê. Namzetên ku li Pasûrê bi gel re hatin ba hevdu di destpêkê de buroya hilbijartinê vekir û piştre jî çûn serdana esnafan. Esnafan giliyên xwe yên kriza aborî anîn ziman. Namzetên Şaredariya Pasurê Fatma Ay û Emin Ay di vekirina buroyê de bi gel dan naskirin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydeniz, Hevserokên Navçeyê Selva Akkoyun, Abidin Kahraman û gelek kes beşdarî vekirina buroyê bûn.    'AKP gelê Kurd wekî terorist nîşan dide'   Namzetên hevserokatiyê yên şaredariyê di vekirina buroyê de axivîn. Namzetan bal kişandin ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û hilbijartinên 31'ê Adarê û bang li xwedîderketina îradeya azad hat kirin. Piştre Saliha Aydeniz axivî û got ku dê di 31'ê Adarê zextên ku li gel tê kirin bi dawî bibe û serkeftin a me ye.    Piştî danasîna namzetan, namzet û endamên HDP'ê çûn serdana esnafan û bi eleqeyek mezin rû bi rû man.    Xebatên hilbijartinê yên navçeyê tevî eleqeya gel a mezin didome.