Bedîa Ozgokçe: Bi encamnameya jinê me nîşan da ku em ketine riyek çawa 2019-02-18 09:22:55   WAN - Namzeta hevşaredariya bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe, diyar kir ku ligel hevserokatiya HDP’ê, bi pergala fermuarê jî di yekîneyên herî biçûk de bi awayekî wekhev cih didin jinê û wih agot: “Me bi encamnameya xwe îfade kir ku em dixwazin li Tirkiyeyê çi bikin, em çawa xwe ji bo rêveberiyên herêmî amade dikin û ketine rêwitiyek çawa.”   Di çarçoveya hilbijartinên 31’ê Adarê de HDP’ê di 10’ê Sibatê de bi tevlîbûna 208 namzetên xwe bi bernameyekê ‘Encamnama hilbijartinê ya jinê’ ji rayagiştî re aşkera kir.Li Wanê jî bi pêşengiya jinan xebat tê meşandin û xebat di esasa ‘ paradîgma demokratîk, ekolojîk û azadixwaz a jinê’ hedef dikin ku 14 şaredariyan bigirin û bajarê jinan ava bikin.   Namzeta hevşaredariya bajarê mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe diyar kir ku newekhevî û şîdet pirsgirêka mezin a civakê ye, lê di bernameya partiyê de tenê di dîtbarî de jin hene û got: “Jin tenê wek deng tên dîtin. An jî kesên bên bi rêveberin. Her diçe modelek ku azadiya sînor dike û dibe wek pergal, pêş dikeve. HDP jî cudahiya xwe ya herî mezin di vir de datîne holê.Divê jin li her qadê hebin û xwedî raye û hêz bin. Em wek partiya ku pêşketina vê dikin, xebatên mezin jî dimeşînin. Ji ber vê jî em dibêjin HDP partiyek jinê ye.”   ‘Bi hevserokatî û pergala fermuarê jin li her derê ne’   Bedîayê destnîşan kir ku di partiyên din yên siyasî de ji sedî 3 namzetên jin cih digirin û HDP, di dîroka Tirkiyeyê de yekane partiya ku herî zêde bi nûneriya jinê ketiye meclîsê ye. Bedîayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Partiya me ligel hevserokatiyê bi pergala fermuarê jî diçe hilbijartinan û bi vê wê di yekîneya herî biçûk de jî jin bi awayekî wekhev cih bigirin. Em li herêm û meclîsê bi rengê jinê pergalekê esas digirin. pergala hevserokatiyê jî ji bo vê heye.”   ‘Me îfade kir ku em derketine riyek çawa’   Bedîayê di berdewamiyê de balkişand ser encamnameya hilbijartinê û got: “Roja me encamname aşkera kir coşek pir mezin hebû. Moral û kelecan pir zêde bû. Wê rojê me nîşan da ku em ketine riyek çawa. Em ê pergala hevserokatiyê hînbêtir mayînde bikin.”   Bedîayê der barê projeyên xwe yên ji bo Wanê jî axivî û got: “Em ê di hemû xebatên xwe de bêjin ku hemû defetên bajar ji bo jinan vekirîne. Mixabin aliyê fîzîkî yê bajar ji vê dur e. Lê em wê bajarê jinan ava bikin. Jin bixwazin çawa bijîn em ê li gorî wê mekanîznameyan ava bikin.”