‘Tevî hemû rejîmên zextê em bi ser ketin, em ê dîsa bi ser kevin’ 2019-02-16 09:10:10   Berîtan Canozer   AMED - Namzeta hevşaredariya Baglar a Amedê Zubeyde Zumrut ku ji sala 1987’an heta niha hem di siyaset hem jî di xebatên jinan de cih girtiye wiha got: “Ev pêvajoyeke ji nû ve avakirinê ye. Em ê destkeftiyên xwe yên ji holê hatine rakirin û tunekirin ji nû ve ava bikin. Tevî hemû rejîmên zextê me bidest xist û em ê dîsa bidest bixin.”   Zubeyde Zumrut di sala 1967’an de li Genç a Çewlîkê hat dinê û piştî darbeya 12’ê îlonê şûnde bi malbata xwe re ji gund hatin surgunkirin, li Amedê bi cih bûn. Zubeyde zaroka herî mezin a malbatê bû piştî surgunê perwerdeya xwe jî nîvco hişt. Zubeyde di 1985’an de bi mêrekî ku nas nedikir re hat zewicandin û di 1986’an de li Stenbolê jiya. Zubeyde ku demek dirêj li Stenbolê nema, vedigere ser axa xwe. Zubeyde diyar dike ku wê tu car xwe aydê wir nedîtiye û vegeriyaye axa xwe.   Zubeyde ku vegeriya Amedê demek dirêj di siyaset û xebatên jinan de cih girt û tevî hemû zextên dewletê şûnde gav navêt. Zubeydeyê der barê namzetiya xwe û têkoşîna xwe de nirxandin kir.   ‘Ez ji sekna dayika xwe bi bandor bûm’   Zubeydeyê bi lêv kir ku dema ji gund hatine surgunkirin pir biçûk bûye, lê tevî wî temenê bi surgunê re pêvajoya lêpirsînê bi wê re dest pê kiriye û wiha got: “Malbata min ne feodal bû. Zarokên wan ên keç pir bi nirx bûn. Lê dema zarokên keç bixwesta tevlî têkoşînê bibin, cudahî dikirin navbera jin û mêran. Belê jin bi nirx bû lê di mutbexa malê de bi nirx bû. Dê û bavê min cuda dijiyan. Wê demê ev tiştekî biheybet bû. Wê demê dest berdana mêr û jinekê bê derfet bû. Dayik û bavê min dest ji hev berda bûn. Sekna dayika min gelek bandor li ser min kir. Jinek xurt bû. Tevî zehmetiyên wê demê li ser piyê xwe disekinî.”   Zubeydeyê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Bi saya dayika xwe bixwebaweriya min jî zêde bû. Piştî lêpirsîn û lêgerînan bi awayekî çalak tevlî xebatan bûm. Xebata min a ewil a çalak di 1994’an de bi tevlîbûna HADEP’ê  dest pê kir. Wê demê hejmara jinên di partiyê de dixebitin pir kêm bû. Me di bin êrîşên giran de xebat dimeşandin. Derketina jinan a ji malê di partiyê de xebat zehmetiyek mezin bû. Ez vê tu car ji bîr nakim. Di dema DEP’ê de me çend jinan agirê Newrozê bi hev re pêxist û piştre me li kawşaxa Ofîsê govend gerandibû. Yekane jina di govendê de jî ez bûm.”   ‘Baweriya min tam bû’   Zubeydeyê daxuyakirin ku wê rojê di govendê de tenê bû lê baweriya wê ya ku wê ev govend vegere govenda mîlyonan jinî, tam bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Me 8’ê Adarê yekem car li Amedê li Sînema Dîlanê pîroz kir. Pir kêm jin tevlî bûbûn. Hemû salon tije mêr bûbû. Wê demê 10 jin jî ji bo me şoreş bû. Ji ber gelek zehmet bû derketina jinan a ji malê. Min di HADEP’ê de di komîsyona jinan de cih girt. Di xebatên partiyê de nûneriya wekhev tune bû lê mafê gotinê ji mêran zêdetir didan jinan. Pêşniyar, fikrên jinan esas dihat girtin.”   ‘Ev pêvajoya avakirina ji nû ve ye’   Zubeydeyê daxuyakirin ku têkoşîna jinên Kurd di cîhanê de bûye model û ji 94’an heta di xebatên partiyê de têkoşîna xwe didomîne. Zubeydeyê bi lêv kir ku di 2014’an de hevserokatiya DBP’a Amedê kiriye û di 2018’an de jî wek encama MYK HDP’ê xebat meşandiye. Zubeydeyê ev tişt anî ziman: “Ez li hember gelê xwe deyndar im û namzetiya min jî ji ber vê sedemê ye. Divê hemû jinên Kurd li dijî zext û êrîşan di bin sîwana HDP’ê de xwe rêxistin bikin. Ji sedî 50’yî civakê ji jinan pêk tê. Min jî xwest ez di vê pêvajoya avakirina ji nû ve de cih bigirim. Ez li Baglarê bûm namzet. Ev ji bo min gelek girîng e. Gelê Baglarê kedê esas digire. Heta mirov kedê nedin berdewamkirina jiyanê jî ne pêkan e. Em ê bi gelê xwe re ya herî xweş û baş bikin. 31’ê Adarê wê ji bo me referandûm be. Em ê îradeya gelê kurd nîşanî hemû cîhanê bidin.