Li Şirnexê emniyet xebatên HDP'ê asteng dike 2019-02-12 10:53:07   ŞIRNEX - HDP'ê ji bo ku li Kolana Hunerê ya Cizîrê buroya hilbijartinê vebike serî li emniyetê dabû, serdana HDP'ê  bi hinceta "Qeymeqamtî rehetsiz dibe"  destûr nehat dayîn, lê li heman cihî ji bo AKP'ê destûr hat dayîn.   Ji hilbijartinên herêmî ku wê di 31'ê Adarê de bên kirin re demek kurt ma û partiyên siyasî jî xebatên xwe bi lez û bez didomînin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a  Şirnexê ku di vê çarçoveyê de xebatên xwe dimeşîne emniyetê bi hinceta "qeymeqamtî rehetsiz dibe" destûr neda ku HDP li Kolana Hunerê ya li Cizîra Şirnexê buroya hilbijartinê vebike.    Hincet 'qeymeqamtî naxwaze bibîne'   HDP ku hedef dike li navçeyê 5 buroyên hilbijartinê vebike, Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê ji bo ku buroyên xwe vebike serî li Muduriyeta Emniyetê ya navçeyê da. Emniyeta ku bersîv da serdanê ji xeyrî buroya ku wê li Kolana Hunerê bê vekirin li taxên din destûr da vekirina buroyan.  Em niyetê ji bo nedayîna destûrê wekî hincet "nerazîbûna qeymeqamtiyê" nîşan da.    Di her hilbijartinê de xebatên me tên astengkirin   Xbatkarên partiyê ku diyar kirin di hemû hilbijartinan de xebatên wan tên astengkirin anîn ziman ku ev cara 3'emîne ji bo vê kolanê destûr ji wan re nayê dayîn lê li heman cihî ji bo AKP'ê tê dayîn.