Adalet Fîdan:Qeyûm wê xizmeta rast bibîne 2019-02-10 09:38:28   ŞIRNEX - Namzeta Hevşardariya Sîlopiya Şirnexê Adalet Fîdan diyar kir ku piştî hilbijartinan dema şaredariyan bigirin yekem karê wan ev e ku saziyên hatine girtin, ji nû ve vebikin.   Ji hilbijartinên herêmî yên 2019’an re demek kurt ma û yek ji şaredariyên ku qeyûm lê hatibû tayînkirin Şaredariya Sîlopiyê ya Şirnexê bû. Yek ji namzetên hevşaredariyê ya HDP’ê ya Sîlopiyê Adalet Fîdan e. Fîdan di 1981’ê de li gundê Hewlêr ê Cizîra Şrinexê hatiye dinê. Di 1992’an de ji ber şewitandina gundan malbata wê koçî Sîlopiyê dike. Ji 92’an heta niha li Sîlopiyê dijî. Adalet di 2010’an de di akademiya jinê ya hat vekirin de cih girt û tevlî siyasetê bû. Di vê navberê de li KURDÎ-DER’ê mamotetî kir û 4 salan perwerdeya Zimanê  Kurdî da. Di 2014’an de bi hilbijartinên hat kirin re di rêveberiya DBP’ê de cih girt û herî dawî jî ji bo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê serlêdana namzetiyê kir.   ‘Karê me yê ewil vekirina saziyan e’   Nisûfa Sîlopiyê ji 100 hezarî zêdetire û bi sedan gund û bajarokan re, potansiyela dengekî girîng dertê holê. Di hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an de HDP’ê bi hezaran dengî ferq avêt û partiyên din li pey xwe hişt. Adaletê bi lêv kir ku ji bo hilbijartinên wê pêk bên di demek nêz de wê dest bi xebatan bikin û got çawa şaredariyê bigirin yekane karê wan ev e ku saziyên hatine girtin vebikin. Adaletê balkişand ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan û wiha got: “Di serî de di vê pêvajoyê de li hember çalakiya Leyla Guven û girtiyan bejna xwe ditewînim û pîroz dikim. Daxwaza wan mirovî ye. Em hemû piştgiriyê didin daxwaza wan. Em hêvîdarin ku demildest daxwazên wan bên cih.”   ‘Gel bi rehetî nikarin bikevin şaredariyan’   Adaletê destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûman re ewil jin hedef hatine girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatdariyê got wê bi girtina saziyên jinan têkoşînê jî bide sekinandin. Bi qeyûman re midûriyetên jinan hatin girtin, hevşaredar hatin girtin, navendên piştevaniyê bê bandor hatin hiştin. Ev hewldan hemû ji aliyê jinan ve hatin têkbirin. Bi vê hilbijartinê re ger em şaredariyan bigirin em ê saziyan ji nû ve vekin. Hedefa me ya herî mezin ev e. Em jî dizanin ku divê rê û kolanên navçeyê bên çêkirin. Dema qeyûm hat hemû xebatên me serobino kirin. Niha şaredarî ji gel re hatine girtin. Şaredarî veguhertine qerekolê. Em ê şaredariyê dîsa bikin şaredariya ge. Em ê ji bo gel xizmetên nû bikin jiyanê. Jin di her qadê de zehmetiyan dikşînin. Em ê atolyeyên tekstîlê jî vekin. Ji bo îstîhdama jinê zêde bibe çi ji destê me bê em ê bikin.”   ‘Em ê xizmeta rast bidin gel’   Adaletê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wê gel hesabê xespkirina 3 salan bipirse û ev tişt anî ziman: “Piştî qeyûman li navçeyê yek ximzetek nehat kirin. Ji roja qeyûm hatiye şaredariyê gel naçe xizmetê naxwaze. Dibêjin ‘me kolan û binesazî çêkirine’. Lê ya rast ne ev e. Xebatên hatin kirin tu car ne ji bo hewcedariyên gel bû. Kolanên ku gotin me çêkirin ji niha de xera bûn. Dîsa şaredarî di bin deynekî mezin de maye. Lê dema em biçin ser kar em ê hemû xebatên gel bimeşînin.”