Eylem Çelîk: Di 1’ê Nîsanê de gelên Tirkiyeyê dê li bihareke nû şiyar bibin 2019-02-09 09:25:36   Zeynep Durgut   ÎDIR - HDP'ê namzedên xwe yên navend û navçeyan aşkera kirin. Têkîldarî hilbijartinê namzeda HDP’ê ya ya Îdirê ku Terekeme ye Eylem Çelîk nirxandin kir. Eylemê diyar kir ku 1’ê Nîsanê gelên Tirkiyeyê dê li bihara gelan şiyar bibin û got ku dê bi HDP’ê her tişt biguhere.    Li Tirkiyeyê dê 31’ê Adarê bi mîlyonan kes ji bo rêvberên xwe yên herêmî hilbijêrin biçin ser sindoqan. Li gel nêzîkbûna hilbijartinê  namzetên partiyan ên herêman jî hatin aşkerekirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî namzedên xwe yên navend û naçeyan ên hevşardartiyê aşkera kirin.  Têkîldarî hilbijartinê  namzeta HDP’ê ya Îdirê Eylem Çelîk nirxandin kir.  Eylemê anî ziman ku ew ê bi hişmendiyek demokratîk û daxwazên gel bajaran rêve bibin û got ku 31’ê Adarê dawiya hişmendiya ku dijmina yekitiya gelan e.    ‘HDP partiya bindest û mazluman e’   Eylemê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyand ku ji bo HDP partiya hemû gelan û nasnameya wan e û ew  dibêjin HDP û wiha got:” Ez sala 1979’an de li Îdirê ji dayik bûm. Min dibistana navîn û lîse li Stenbolê xwendin. Ez ji zanîngeha Trakyayê mezun bûm. Ez ji gelê Terekeme me. Em jî wekî gelên ecem û kurd her tim hatine bindestkirin. HDP partiya bindest û mazluman e.  Ji ber vê yekê jî ez di HDP’ê de cih digirim.  Ji ber vê yekê jî em HDP’ê esas digirîn û di çeperên HDP’ê de tedikoşîn.”   ‘Ji bo ku em  bajêr ji hişmendiya takakes rigar bikin em li  vir in’   Eylemê bal kişand ser hilbijartinê û got ku ew ê bi yekitiya gelan  Îdirê ji nû ve ava bikin û wiha dom kir:” Îdir xwedî dîrokeke kevnare. Bi salane bi hişmendiya keparêz hatiye rêvebirin û li bajêr polîtikayên bi vî awayî hatine meşandin. Pirsgirîkên ku gelên li bajêr jiyane bi dawî nabin. Di dema şaredariya HDP’ê de gelek proje hatine amadekirin. Piştî HDP’ê li bajêr ji bo pêşketina gel bi tu awayî xîzmet pêk neanîne. Gel ji şaredariya vir bi gazinc e. Em van ji kurd, eceman û terekemeyan guhdar dikîn. Ji bo ku em bajêr ji hişmendiya yekane rizgar bikîn, em amade ne.”     ‘ Di1’ê Nîsanê de  gelên Tirkiyeyê dê li bihareke nûh şiyar bibin’   Eylemê herî dawî got ku 1’ê Nîsanê gelên Tirkiyeyê dê li bihareke nûh şiyar bibin û wiha axaftina xwe bi dawî kir;”Ji xeynî HDP’ê partiyên ku bajêrê Îdirê revebirîn polîtikayên nijadperestiyê dane meşandin. Ji ber vê jî nikaribûne bajêr bi rêve bibin. Armanca me ew e ku em  li Îdirê her  bawerî û cudahiyan biparêzîn. Kesên ku di navbera gelan de  dijminahiyê diafirîne em ê 31’yê adarê  ji Îdirê xelas bikîn. Gel baş dizane ku ji ber polîtikayên şaş Tirkiye ber bi aloziyekê kur ve diçe. Em ê bi hev re şaredariya xwe rêve bibîn û bi hev re bi ser bikevîn. Em bawer în ku HDP dê di 31’ê Adarê de bi serekeftineke mezin qezenc bike. Di şexsê HDP’ê dê aşitî,wekhêvî û azadî dê bi ser bikeve. Di 1'ê Nîsanê de dê gelên Tirkiyeyê li bhareke nuh şiyar bibin.