Beriya hilbijartinan fezleke hatin lezkirin: Ji siyaseta HDP’ê ditirsin 2019-02-09 09:23:16   Dîlan Babat   ENQERE - Ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve der barê parlamenterên HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan, Muazzez Orhan, Pero Dundar û Remziye Tosun de bi îdiaya ‘propaganda rêxistinê kirine’ fezleke hat amadekirin.  Perdo Dundar diyar kir ku fezleke ji pêvajoyê ne serbixwetirin û bi taybet der barê parlamenterên ku namzetên hevşaredariyê ne de fezleke hatiye amadekirin.   Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 4 mehên dawî de der barê parlamenterên HDP’ê de gelek fezleke amade kir.  33 parlamenterên ku fezleke derbarê wan de hat amadekirin jê 16 heb jin bûn.  Fezleke jî bi îdiaya ‘propanganda rêxistinê’ hatin amadekirin.   Herî dawî der barê parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Muazzez Orhan, Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar û parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun de fezleke hat amadekirin.  Der barê 4 parlamenterên jin de bi îdiaya ‘propanganda rêxistinê kirine’ fezleke hatin amadekirin û her wiha tevlîbûna wan a daxuyaniya li ber AZC Plaza ya Amedê bi armanca li dijî operasyonan  di 9’ê Îlona 2018’an de pêk hatiye, sûc hat hesibandin.    ‘Fezleke ji pêvajoya siyasî ne serbixwe ye’   Pero Dundar destnîşan kir ku tu fezlekeyên hatine amadekirin ne hiqûqî ne û amadekariya wan jî ji pêvajoya siyasî ne serbixwe ye. Pero bi lêv kir ku tu çalakî û bername nikare di çarçoveya sûc de bê nirxandin û fezleke herî zêde der barê tevlîbûna merasîma cenazeyan û bûyerên civakî ne.   Pero ev tişt anî ziman: “Me wek jinan di her platformê de anî ziman ku em li alî çareseriya demokratîk a pisgirêka Kurd in, em ê bînin ziman jî. Em kesên xwedî wijdan û berpirsiyar, encama wê çi dibe bila bibe, em ê bi kesên ku fikara wan a aştî û demorasiyê heye re, vî dengî bidin bihîstin.  Ev fezleke li dijî aştiyê hatine amadekirin. Ev fezleke ji bo çewisandin û têkbirinê hatine amadekirin. Naveroka hemû fezlekeyên berê jî hatine amadekirin bi vî rengî bûn.”   ‘Dixwazin gelan biçewisînin, bitirsînin’   Pero destnîşan kir ku der barê parlamenterên bûne namzetên hevşaredariyê, bi lez û bez fezleke hatine amadekirin û wiha pê de çû: “Ev rewş nîşan dide ku ji siyaseta HDP’ê ditirsin. Desthilatdarî li dijî encamên sindoqan rêzdar nîne, tiştê bi hilbijartinê nagire xesp dike, qeyûm tayîn dike. Desthilatdarî ji ber vê jî beriya hilbijartinan namzetên me binçav dike, derb dike, zexta derûnî diafirîne û hewl dide gel bitirsîne û biçewisîne. Divê ev neyê jibîrkirin ku wê hêzên demokrasiyê bersiva watedar li ser sindoqan bide.”   Pero di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di hemû pêvajoyên dîrokê de civakên serdest ên mêr nexwestine jin di mekanîzmayên rêveberiyê de cih bigirin, bi awayekî çalak di siysetê de cih bigirin. Bêguman desthilatdariya heyî jî, li dijî jinên di HDP’ê de siyasetê dikin dijminahiyê dikin û ev jî nîşan dide ku ev zîhniyet didome. HDP ya nûneriya wekhev û hevserokatiyê diparêze, vê di hemû mekanîzmayên xwe de bikar tîne û cih dide jinan, ji aliyê desthilatdariya serdest a mêr ve hedef tê girtin. Ji ber vê AKP der barê parlamenterên jin de fezlekeyan amade dike. Gel wê di sindoqan de xwedî li îradeya xwe derkevin û bersiva pêwist bide.”