Civîna hevserokên HDP'ê bi encam bû 2019-02-08 13:17:48   ENQERE - Hevserokên Bajêran ên li Navenda Giştî ya HDP'ê kom bûn, bi armanca "Qezenckirina li ser erdnîgariya Kurdistanê û li rojava jî têkbirina tifaqa AKP-MHP'ê" piştgrî dan stratejiya hilbijartinê ya partiya xwe.    Bi tevlîbûna Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), duh li Navenda Giştî ya Partiyê civînek bi Hevserokên Bajêran re pêk hat. Civîna ku pêk hat bi dawî bû. Di civînê de hilbijartina herêmî, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan û çalakiya grevên birçînê hatin nirxandin.   Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê darbarê encama civînê de ev agahî parve kirin:    "Civîna Hevşaredarên Bajêran ên HDP'ê ku li avahiya Navenda Giştî bi tevlibûna Hevserokên Giştî pêk hat, qediya. Di civînê de hilbijartinên herêmî, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê hat nîqaşkirin.     Ji bo ku vîna siyasî ya gelan di hilbijartinê dervikeve holê em dikarin kampanyayeke çawa ya karîger a hilbijartinê bikin hat nirxandin. Divê çarçoveyê de Hevserokên partiyê bi awayekê xurt li stratejiya HDP'ê  ya ku li Kurdistanê bi ser bikevin û li aliyê Tirkiyeyê jî tifaqa AKP-MHP'ê bi dawî bikin, xwedî derketin çêbû. Pêngava HDP'ê ya ku di siyasetê de hevsengan diyar dike û diguherîne li qadên xwecih bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.    Girîng e ku di pêvajoya hilbijartinê de çalakî û bernameyên ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê û xebatên hilbijartinê bi hev re werin rêvebirin û têkiliyek dinavbera xebatan de were avakirin. Ji bo vê jî fikrek hevpar derket holê ku dema vekirina bûroyan, li mîtîngan, li civînên gel xwedî li vê nêzîkatiyê bê derketin."   HDP'ê, diyar kir biryar hatiye dayîn ku di rojên pêş de çalakiyên bêhtir karîger û berfireh werin kirin.