HDP di 10’ê Sibatê de ‘encamnameya jinê’ aşkera dike: Jin îdiaya xwe datîne holê 2019-02-08 10:13:35   Habîbe Eren   ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr diyar kir ku wê di 10’ê Sibatê de li Amedê bi Encamnama Hilbijartinê ya Jinê re îdiaya xwe danin holê û wih agot: “Hedef û perspektîfa me ev ku faşîzma ku hewl tê dayîn bê mayîndekirin, bê sekinandin.”   Ji hilbijartinên 31’ê Adarê re demek kurt ma û HDP jî wê di 10’ê Sibatê de li Amedê Encamnameya Hilbijartinê ya Jinê aşkera bike. HDP ya ku di dîroka Tirkiyeyê de yekem partiya ku di hilbijartinên herêmî de encamnameya jinê amade kiriye, biryarbûna xwe ya di polîtîkaya nûneriya wekhev de carek din danî holê.   Hevberdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr der barê hilbijartinên herêmî û encamnameya ku wê deklere bikin de nirxandin kir.   ‘Xebat û hedefên me yên derbarê herêman de heye’   Dîrayetê bi lêv kir ku ew stratejîk nêzî hilbijartinan dibin û hilbijartinek ji rêzê nagirin dest û wih agot: “Xebat û polîtîkayên me yên der barê herêmê û bajarên rojavayê Tirkiyeyê de hene. Bi qeyûman îrade hat xespkirin. Xebata me ya sereke eve ku em li dijî qeyûman têbikoşin, hem qeyûman ji wir derbixin û hem jî paradîgma demokratîk, azadiya jinê, ekolojîk carek din bi civakê re xurt bikin. Emê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê polîtîka valaderxistinê bimeşînin.”   ‘Em qadek têkoşînê ya cuda tînin siyaseta Tirkiyeyê’   Dîrayetê destnîşan kir ku ew perspektîfa ku bersivek mezin di sindoqan de bidin faşîzmê dimeşînin û ev tişt bi lêv kir: “Di vê siyasetê de nêzîkatiyeke polîtîk ya jinê di siyasetê de xurt dike, berpirsyarî û rola cidî dide ser milê jinan, ji guherinê re pêşengiyê dike, mijara gotinê ye. Di feraseta me ya şaredartiyê de jî mijara têkoşîna jinê ya cuda heye. Ev bi îdiaya HDP’ê ya ku partiya jinê, destpê kiriye. Ev nêzîkatiyeke polîtîk ya îro didome ye. Qadek têkoşîn û nêrînek cuda di esasê de tîne siyaseta Tirkiyeyê. Têkoşîna partiya me dide jî di esasê de dibe çavkaniya îlhamê.”   ‘Têkoşîna jinê bi tasfiyê re hat rû hev’   Dîrayetê daxuyakirin ku li bajarên rojava yê Tirkiyeyê jî tevgera jinan hedef hatiye girtin û di siyaseta welat de qanûnên ku îstîsmar û tecawizê rewa dikin tînin rojevê. Dîrayetê wiha dirêjî da axaftina: “Di vî alî de şîdet li ser jinê tê rewakirin. Têkoşîna jinên bi tasfiyeyek topyekun re hat rû hev. Bêguman îro ji bo xwedîderketina deskeftiyan, hilbijartinên herêmî gelek girîngin. Hewl tê dayîn ku feraseta yekparêz û mêr ya siyaseta navendî daxînin siyaseta herêmî. Her diçe qadên jiyana me tên tengkirin. Ji bajar heta kolanan ji kolanan heta malbat û mala me, bi êrîşan re tên rû hev. Îdiaya me ya jiyanek wekhev azadîxwaz, parveker, demokratîk heye.”   ‘Me bi nêzîkatiyek ku têkoşîn bê mezinkirin, berxwe da’   Dîrayetê balkişand ser operasyonên binçavkirin û girtinê yên li hember HDP’ê û destnîşan kir ku bi van operasyonan herî zêde siyasetmedarên jin hatine binçavirin û got: “Hevserok, hevşaredarên me hetin girtin. Jinên siyasetmedar yên pêşeng hatin girtin. Jin hatin qetilklirin. Sazî hatin girtin. Hewl dan têkoşîna jinan îlegalîze bikin. Lê tevî van êrîşan me tu car dest ji têkoşîna xwe bernda. Me pergal hevserokatiyê pêk anî.”   ‘Di pêvajoya namzetiyê de jinan bandorek cidî afirandin’   Dîrayetê daxuyakirin ku li gelek devaran bernamzet hatine diyarkirin û bi taybet jî namzetên jin li aliyê gel ve piştgiriyek mezin dîtine û hatine afirandin, namzetên jin li gelek deverî bandorek cidî afirandine.    ‘Di encamnameya partiyên din de navê jinê tune’   Dîrayetê der barê Encamnameya Jinê ya ku wê di 10’ê Sibatê de li Amedê aşkera bikin de axivî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi awayekî şênber me li şaredariyan çi kir?Em ê çi bikin û di pêvajoya pêş me de em ê çi plan bikin? Em ê vê çawa daxînin nav civakê? Em têkoşîna vê dimeşînin. Em ê ji vir şûnde biin qadan bi jinan re bên cem hev. Hemû partiyên siyasî yên diçin hilbijartinan encamnameyên xwe aşkera kirin. Naveroka encamnameyên partiyên siyasî yên navendî, daxwazên civakê pêk nayne. Bihêlin hewcedariyên jinan, navê jinan jî tune. Mekanîzmayek ku nûnerî û îradeya jinê pêk tîne tune.”   ‘Encamnameya me îdiaya xwe datîne holê’   Dîrayetê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser encamnameya HDP’ê û got yekane partiya ku cudahiyê diafirîne HDP ye û wiha got: “Encamnameya desthilatdariyê qerfên xwe bi hişê mirovan dike. Ji ber vê em dikarin bê jin ku encamnameya me bi îdiaye. Em bawerin ku em ê bi jinan re xeta têkoşînê danin holê û demokrasiya herêmî bihûnin. Ji bo feraseta yekparêz bê rawestandin û em li dijî vê dikaribin bisekinin, divê em parastina xwe ji mala xwe bidin destpêkirin. Hedefa me ya sereke eve ku em faşîzmê bidin sekinandin.”