Yekane namzeta keyatiyê ya jin a Nisêbînê 2019-02-07 09:29:33   MÊRDÎN - Şehnaz Denîz ku li Nisêbînê yekane namzeta jin a keyatiyê ye, diyar kir ku ew dixwaze pêşdaraza civakê ya ‘jin nikare vî karî bike’ bişîne û wiha got: “Ez ê wek jinekê nîşan bidim ku jin diare keyatiyê ji gelek kesan baştir bike.”   Hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê nêzin û ne tenê namzetên hevşaredariyê yên keyatiyê jî wê bên hilatjartin. Li Nisêbînê 12 namzetên keatiyê heyene û ji van jî yek jin e. Şehnaz Denîz namzeta taxa Yenî Turan e. Şehnazê destnîşan kir ku divê jin li her qadê hebin.   ‘Ez dixwazim bi jinan re ligel hev bim’   Şehnazê sedema namzetiya xwe wiha vegot: “Ez li Nisêbînê hatim dinê û mezin bûm. Ez dixwazim li Nisêbînê bi jinan re bixebitim. Ez difikirim ku li navçeyê divê jin hemû derfetan bikar bînin. Ji ber vê ez bûm namzet. Ez li malê ji runiştinê hez nakim. Ez hertim bi jin û zarokan re me. Di rêveberiyên herêmî de xwedî tecrube me. Min 5 salan li Nisêbînên encumenî kir.”   ‘Wê bibînin ku vî karî herî baş em dikin’   Şehnazê daxuyakirin ku ew hewl dide ku pêşdaraza civakê ya ‘jin nikarin vî karî bikin’ bişkîne û ev tişt anî ziman: “Ji ber jina civakê ava dike divê xurt be. Divê bê dîtin ku jin li her qadê dikarin kar bikin. Divê zîhniyeta ‘jin nikarin vî karî bikin’ bê hilweşandin. Em jî ji bo vê zîhniyetê bişkînin ketin vê rê. Di rewşa bibim keya de ez ê projeyên der barê jin û zarokan de bikim jiyanê. Em ê her tim li cem gelê xwe bin.Em bixwe bawerin. Ger bibim keya ez ê pirsgirêkan tespît bikim. Em ê di alî psîkolojîk de jî ligel jinan cih bigirin.”