Ayşe Acar Başaran: Namzeda me serbest berdin 2019-02-06 15:23:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Bajaran, êrîşa polîsan ya li dijî merasîma vekirina buroya HDP'ê ku bi tevlibûna namzedên hevşaredariyê hat kirin şermezar kir û got bila namzed Narîn Gezgor ku hatiye binçavkirin serbest bê berdan.    Parlamentera DHP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran derbarê êrîşa polîsan a li dijî vekirina buroya hilbijartinê ya Serêkaniyê ku bi tevlibûna namzedên hevşaredartiyê yên Serêkaniyê Narîn Gezgor û Alî Kahraman hat kirin û di encmê de Narîn Gezgor hat binçavkirin de daxuyanî da.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Tundiya polîsan a li dijî xebatên hilbijartin ên HDP'ê û binçavkirina wan diyar dike ku ev hêza polîsan a êrîşkar li ser navê AKP - MHP'ê xebatên hilbijartinê dide meşandin. Hevalên me yên ku namzed hatine hilbijartin tên binçavkirin, derbarê wan de dosayên ku naveroka wan vala ne tên amadekirin  û xebatên wan ên hilbijartinê tên astengkirin."   Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Gaza we, zextên we yên li me em bêzar nekirin û me bêzar nekin jî. Namzeda me Narîn Gelzgoz serbest berdin û dest ji polîtîkayên xwe yên qirêj berdin.