Ji HDP'ê li Meclisê çalakiya 'Nobeta Aştiyê' 2019-02-06 10:39:45   ENQERE - Koma HDP'ê ku biryar da li meclisê çalakiya  "Nobeta Aştiyê" pêk bîne, heta serê sibehê bi lîlandin û dirûşman bal kişand ser daxwaza Leyla Guven û çalakgerên din ên di greva birçîbûnê de.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo piştevaniya bi çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê  Leyla Gunev ku di roja 91'emîn de berdewam dike û çalakgerên din ên li derve û hundir ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger de ne di roja 90'emîn a çalakiya Leyla Guven de, li Meclisê "Nobeta Aştiyê" girtin. Hevserokên Giştî ên  HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî û parlamenterên din ên DHP'ê piştî ku Lijneya Giştî ya Meclsisê hat girtin jê dernekirin û heta serê sibehê "Nobeta Aştiyê" girtin.   Li ser medya civakî weşan hat kirin   Piştî ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di civîna koma xwe de diyar kir ku ew ê li meclisê dest bi "Nobeta Aştiyê" bikin, parlamenterên HDP'ê yên derbasî Lijneya Giştî ya Meclisê bûn heta serê sibehê jê neqetiyan, dirûşmên "Bijî berxwedana Leyla", "Leyla Guven Rumeta me ye" berz kirin û li ser medya civakî jî bi parvekirinên ku kirin mijar kirin rojevê.   Li gel bi dawîkirina nobeta li meclisê HDP'ê diyar kir ku ew ê di rojên pêş de jî bi çalakiyên cûr bi cûr ku li dar bixin daxwaza Leyla Guven a rakirin tecrîdê û çalakgerên din ên di greva birçîbûnê de bikin rojevê.     Rewşa dawî ya gireva birçîbûnê   Çalakiy  greva birçîbûnê ku Leyla Guven di 8'ê Mijdara 2018'an de da destpêkirin di roja 9'emîn de ye û rewşa tendirustya Leylayê her ku diçe xira dibe.  Heta niha Nasir Ygiz li Strasbourgê di serî de Yuksel Koç gelek berxwedêrên greva birçîbûnê rewşa tendirustiya wan xira bûye û rakirine nexweşxaneyê. Çalakiya greva birçîbûnê ya koma yekemîn a li girtîgehan di roja 53'emîn de berdewam dike. Girtiyên ku di çalakiyê de ne di serî de cezayê disîplînê, heta nedayîna vîtamîna B1 gelek rewşên neyînî tên jiyîn.