Hevberdevka HDK’ê ya Belçîkayê: Divê jin xwedî li daxwazên Leyla Guven derkevin 2019-02-06 09:34:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevberdevka HDK’ê ya Belçîkayê Zeynep Gorgu diyar kir ku di pêvajoya ku her kes xetimîbû de Leyla Guven pêvajo girtiye ser milê xwe û wih agot: “Leylayê ling avêtiye ber konsepta dîktatoriya Erdogan-Bahçelî. Divê hemû jin xwedî li daxwazên Leyla Guven derkevin û bi vî awayî dikarin faşîzmê têk bibin.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe da destpêkirin, di roja 91’an de didome. Piştgiriya ji bo çalakiya gevê jî roj bi roj didome. Li bajarên Ewropa û Rojhilata Navîn jî bi heman daxwazê grev pêk tên.   Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Belçîkayê Zeynep Gorgu çalakiyên greva birçîbûnê ya bi Leyla Guven hatine destpêkirin nirxandin.   ‘Çalakiya Leylayê ne çalakiyek yek kesî ye’   Zeynebê balkişand ser daxwazên girtiyan û got: “Çalakiya Leyla Guven ne çalakiyek  kesî ye. Erdnîgariya Tirkiye û Kurdistanê di pêvajoyek giran de derbas dibe. Mirov dibêjin qey dîroka mirovahiyên pêvajoyek wisa nejiyaye. Mirov dibêjin qey dema Hîtler, Mussolînî nehatiye jiyîn. Em di vî alî de dikarin peyama Leyla Guven binirxînin û mezinbûna çalakiya wê bibînin. Di pêvajoya ku her kes xetimî bû de Leylayê berpirsyariya pêvajoyê girt ser xwe. Çalakiya Leylayê xeta pêvajoyê xêz kiriye. Leyla riya ku divê tê de bimeşin, nîşan daye. Ger hêzên demokrasiyê, rêxistinên jinan pêş bikeve wê geşedanên girîng çê bibin. Em dikarin bêjin ku Leyla Guven ling avêtiye ber dîktatoriya Erdogan-Bahçelî.”   ‘Divê li ser rakirina tecrîdê bê sekinandin’   Zeynebê bi lêv kir ku Leylayê bi çalakiya xwe pêşengiya têkoşîna aştî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê kiriye û got: “ Beşek mezin a barê têkoşînê girtiye ser xwe. Ev têkoşîna li dijî tecrîdê tê dayîn wê pêşiya pisgirêkên kronîk ên Tirkiyeyê vebike. Dîktatorî hedef dike ku bertekan bişkîne. Divê her kes li ser rakirina tecrîdê bisekine. Ev çalakiya Leylayê di alî jinan de girîng e. Lê silavkirina vê çalakiyê tenê têr nake. Tifaqa AKP-MHP’ê herî zêde êrîşî destkeftiyên jinan dikin. Komeleyên wan girtin. Hevşaredarên wê girtin. Ji ber vê jin bi xwedîderketina li çalakiya Leylayê dikarin, pêş bikevin.”   Zeynebê nexşerêya der barê çalakiyên grevê de ya li Ewropayê jî nirxand û got li Ewropayê belavbûna çalakiyan ji bo wan girîng e û got peywirên girîng dikeve ser rêxistinên jinan ên li Ewropayê, divê her kes piştgiriyê bide, piştevaniyê mezin bike.