HDP li meclisê dest bi nobetê dike 2019-02-05 13:53:17   ENQERE - HDP, ji bo balê bikişîne ser çalakiya gireva birçîbûnê ya Leyla Guven a li dijî tecrîda li Îmraliyê ku di roja 90'emîn de berdewam dike li meclisê dest bi "Nobeta Aştiyê" dike.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera DHP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 90'emîn de berdewam dike biryar da ku li Lijneya Giştî ya Meclisê "Nobeta Aştiyê" bide destpêkirin. Agahdariya nobtê ji aliyê Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan ve di civîna Koma HDP'ê de hat kirin.