‘Çi dikin bila bikin wê bi me şûnde gavê nedin avêtin’ 2019-02-02 09:38:32   Berîtan Canozer   AMED - Fîlîz Buluttekîn binçavkirina 22 jinan a navenda wê Şirnex li 7 bajaran pêk hat nirxand û wiha got: “Ev binçavikirin êrîşek li dijî îradeya jinê ye. Çi dikin bila bikin wê bi me jinan şûnde gavê nedin avêtin. Têkoşîneke bi pêşengiya jinan berdewam dike heye.”   Navenda wê li Şirnex li 7 bajarî 3 roj berê di saetên sibehê de bi awayekî hevdem bi ser malan de hat girtin û 22 siyasetmedarên jin hatin binçavkirin. Di nav kesên hatin binçavkirin de namzetên hevşaredariyê yên Şirnexê ya HDP’ê jî hebûn. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û namzeta Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn diyar kirin ku ev êrîş li dijî îradeya jinê ye.   ‘Êrîşî destkeftiyên jinan dikin’   Dersîmê diyar kir ku beriya hilbijartinê binçavkirina jinan her tiştî nîşan dide û wiha got: “Berê xwe dane jinan û ev jî nîşan dide ku ji jinan ditirsin. Dema qeyûm nû hatin êrîşê sazî û destkeftiyên jinan kirin. Di esasê de qeyûm tayînî ser destkeftiyên jinan bûne. Yên herî zêde li dijî qeyûman têdikoşin jin in û yên herî zêde li dijî vê dertên dîsa jin in. Dixwazin hevalên me bi tehdîdan bitirsînin. Lê têkoşînek bi pêşengiya jinan tê dayîn heye, ev têkoşîn wê hîn bêtir mezin bibe. Jin wê li dijî binçavkirin û zextan di bin sîwana HDP’ê de têkoşîna xwe mezin bikin.”   ‘Têkoşînek bi pêşengiya jinê tê dayîn heye’   Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Sûrê Fîlîz Buluttekîn da zanîn ku tifaqa AKP-MHP’ê ji roja ewil heta niha li dijî jinan polîtîka meşandiye û hewl tê dayîn jinan hepsê nav çar dîwaran bikin, ji civakê dûr bixin û pasîf bikin. Fîlîzê wiha got: “Armanca operasyona Şirnexê ev bû ku xebatên hilbijartinê sabote bikin. Lê çi dikin bila bikin em jin ji xebatên xwe şûnde gavê navêjin. Em li dijî faşîzma AKP’ê têk naçin. Em ê destkeftiyên xwe zêdetir qezenc bikin.   Fîlîzê her wiha daxuyakirin ku ya li Kurdistanê tê meşandin polîtîkayek taybet e û got: “Ev rewşa hewldana xespkirina îradeya jinê ye. Hevalên me tên binçavkirin û tê xwestin gel bê tirsandin. Lê wê gelê me hesabê qeyûmên hatine tayînkirin û bajarên hatine hilweşandin di sindoqan de bipirsin.”