'Kêmbûna namzetên jin rewşek ne baş e' 2019-02-02 09:33:16   STENBOL - Partiyên siyasî yên namzetên xwe yên şaredariya nîşan dan, di şaredariyên mezin de namzetên mêr nîşan dan. Ji bilî HDP’ê di partiyên din de hejmara namzetên jin gelek kêm in. Jin derbarê mijarê de wiha dibêjin: “Kêmbûna namzetên jin rewşek ne baş e. Divê êdî di siyasetê de nûneriya wekhev pêk bê. Çima jin tune bin?”    Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re demek kurt ma û di rojeva kolanan de jî hilbijartin, krîza aborî, şer û koas heye. Partiyên siyasî yên namzetên xwe yên şaredariya nîşan dan, di şaredariyên mezin de namzetên mêr nîşan dan. Ji bilî HDP’ê di partiyên din de hejmara namzetên jin gelek kêm in. Me li Stenbolê ji gel pirsa hûn şaredarên çawa dixwazin û mijara şaredarên jin de pirs pirsîn.   ‘Jin pirsgirêkan baş fêm dikin’   Jina bi navê Emîne Yalçin destnîşan kir ku ew li bajarê ku dijî dixwaze şaredara wan jin be û got: “Di encamê de wê hevzayenda min be. Jin pirsgirêkan baş fêm dikin. Di vê demê de şaredara bajarê mezin a Stenbolê jin bûya em ê gelek kêfxweş bibûna. Em li welatekî serdest ê mêr dijîn. Xwezî jin hebûna. Namzeta me ya keyatiyê jin e. Em ê piştgiriyê bidin wê. Înşallah wê bê hilbijartin.”   Rumeysa Çelîk a xwendekara zanîngehê ye jî bi lêv kir ku divê şaredarek ku xîtabê ciwanan dike hebe û ev tişt anî ziman: “Bêguman dixwazim jin bê hilbijartin. Jin ji rewşa jinan fêm dike. Li hember jinan şîdet, tacîz û tecawiz pêk tê. Daxwaza me ev e ku şaredarê nû bi hestiyar be. Bêguman divê ji trafîka Stenbolê re jî çareseriyekê bibîne.”   ‘Çima ne jin be?’   Sena Kaya jî wiha got: “Jin karê xwe bi cidiyet dimeşîne. Ez dixwazim şaredar jinek be. Înşallah di pêşerojê de ez jî bikaribim bibim. Ez derbasî siyasetê bibim ez ê bibim namzet. Ez dixwazim şaredara Stenbolê jin be.”   Salîha Bîr ku li navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê dijî jî daxuyakirin ku li navçeyê pisgirêka tapoyê heye û wiha got: “Di avahiyan de kesên tapoyên xwe negirtine hene. Tevî bi salane kes li wir rûdinin pereyên cidî ji wan dixwazin. Ev pirsgirêkek cidî ye. Ez jî dixwazim şaredar ciwan û çalak be. Bêguman tecrube jî girîng e. Bêguman ez jî dixwazim şaredar jin be.”   Jina bi navê Derya jî ku li Enqereyê dijî û nexwest paşnavê xwe bide got xebatên rê her tim rastî dema hilbijartinan tê û got ew jî dixwaze şaredar jin be.   Hulya Kiliç a li Nîgdeyê jî dijî behsa zor û zehmetiyên hatina xwe ya Stenbolê kir û destnîşan kir ku ew jî li bajarê xwe balafirgehê dixwaze û her wiha balkişand ser namzetên jin û got şaredarên jin wê baştir pirsgirêkan çareser bikin, divê hejmara şaredarên jin bê zêdekirin.